Çalakvanê kurd li Îranê bi îşkenceyê hat kuştin 2021-09-15 14:26:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku aktîvîstê kurd Yaser Mangouri di 17’ê tîrmehê de hatiye girtin û pişt re ji aliyê îstîxbarata Îranê ve bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.  Çalakvanê kurd Yaser Mangouri (31) ê bavê sê zarokan e ku li Îranê dijî û karê qeynaxê dike ji aliyê îstixbarata Îranê ve bi îşkenceyê hat kuştin. Li gorî agahiyên ku malbata Mangouri û parêzvanên mafên mirovan ên li wî welatî parve kirin, Mangouri di 17’ê tîrmehê de bi îdiaya “bi komên muxalefetê re têkildar e” ji aliyê Wezareta Îstixbarata Îranê ve hatiye girtin.    Bi dû girtina xwe 50 roj şûn de ji malbata wî re hat ragihandin ku Mangouri miriye.    CENAZE NEHATIYE WERGIRTIN    Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafê Mirovan a Îranê (HRANA) derbarê mirinê de agahî nedane malbatê û hêj cenazeyê wî jî nehatiye wergirtin.    Malbata Mangouri gelek caran ji îstixbaratê got ku ew tê tecrîdkirin û ji bo agahî jê werbigirin serî li rayedaran dane lê tu agahî wernegirtine.    Hat zanîn ku derbarê mirina Mangouri de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin.  i.