Li Aydinê li 8 kesan 50 sal ceza hat birîn 2021-09-14 21:26:10 AYDIN - Di çarçoveya doza KCK'ê de li Aydinê, danişîna biryarê ya doza ku li 15 kesan hatibû vekirin hat dîtin û li 8 kesan bi giştî 50 ceza hat birîn.    Di çarçoveya operasyonên KCK'ê yên sala 2011'an de li Aydinê derbarê 17 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Aydinê hat dîtin. Di danişînê de bi hinceta "endamtiya rêxistinê" li 8 kesan cuda cuda 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn û 7 kes jî beraet kirin. Kesên ceza li wan hatine birîn navê wan wiha ne: Battal Battaoglû, Necmettîn Ûçar, Mûstafa Ozluk, Engîn Çîçek, Caner Ozel, Elvan Ozîş, Cengîz Îvdîl, Şerîfe Bozkûrt.   Ji bo sûcdariya "propagandaya rêxistinê" jî derbarê 17 kesan de biryar hat dayîn ku hikm pişt re bê aşkerakirin.    Li gorî agahiyên ku parêzeran da, heyeta dadgehê ya hatie guhertin di danişînê de hincetên wan qebûl nekiriye û biryar daye.