Li herêma operasyonê ya Gabarê agir bi daristanê ket 2021-09-14 19:28:09 ŞIRNEX - Di encama bombebarana ku li lûtkeya Çiyayê Gabarê hat kirin de agir bi daristanê ket.    Operasyona ku beriya hefteyekê li qadên Şêx Osman, Şeşçala, Çîyayê Bizinê,  Êwan û Bênatê yên Çiyayê Gabarê hat destpêkirin didome. Di çarçoveya operasyonê de li derdora gundê Bunisra yê herêma Êwan û Bênat a lûtkeya Gabarê agir bi daristanan ket. Hat hînbûn ku agir di encama bombebara ku hatiye kirin de derketiye.    Ji ber ku têketina herêmê qedexe ye tu mudaxale li agir nayê kirin.