Malbata Îzol jî li pêş Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir 2021-09-14 16:51:47 RIHA - Piştî malbata Şenyaşar, Serdar Îzol ê di sala 2019’an de xizmên wî ji aliyê birayên parlementerê AKP’ê yê berê Zulfukar Îzol ve li Sêwregê hatin qetilkirin, li pêş Edliyeya Rihayê ji bo rojekê dest bi Nobeta Edaletê kir.  Serdar Îzol ê di serdegirtina birayên parlementerê AKP’ê yê berê Zulfukar Îzol ê di 15’ê Hezîrana 2019’an de li gundê Çeltîk ê girêdayî navçeya Sêwrega Rihayê, hevjîna xwe Meral, kurê xwe Mûsa Serhat, birayê xwe Hakki Îzol û hevjîna kekê xwe Zozan Îzol winda kirin, bi daxwaza edaletê li pêş Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kir. Îzol ê li “Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” dest bi Nobeta Edaletê kir wêneyê xizmên xwe yên di komkujiyê de windakirin hilgirtin. Îzol derbarê nobetê de ji ajansa me re axivî.    DAXWAZ: EDALET   Îzol, diyar kir ku komkujî li pêş çavên zarokên wî pêk hatiye û wiha got: “Kesên komkujî pêk anîn li derve digerin. Kurê min Mehmet Metîn Îzol 2 sal û 2 meh in bêsûc di girtîgehê de ye. Em du sal in li edaletê digerin lê em nabînin, ji bo ku dengê me were bihîstîn ez hatim pêş edliyeyê. Hem malê me girtin hem canê me, bila mufettîş werin bûyerê lêkolîn bikin. Ez tenê edaletê dixwazim.”   ‘KESÊN KOMKUJÎ PÊKANÎNE LI DERVE NE’   Îzol, bi lêv kir ku malbata Şenyaşar jî bi daxwaza edaletê li pêş avahiya edliyeyê nobetê digire û wiha axivî: “Malbata Şenyaşar demekî dirêje li vir e lê maleke min cihekî min ku ez li Rihayê bimînim tune ye. Ji ber wê yekê ji bo dengê me were bihîstin ji bo rojekê ez çalakiyê bikim ji gund hatim. Kesên ev komkujî pêk anîn li derve ne.”   Îzol, da zanîn ku ji bo komkujiyê ragihîne wê ji niha û şunde çalakiyên cuda pêk bîne û got: “Ji me re dibêjin ku ji ber kesên li hemberî me xizmên parlementeran e dest nadin wan. Ji niha û şunde ji bo komkujiyê ragihînim tişta ji destê min were ez ê bikim. Heke ji dadgehê encamek dernekeve jî em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî têbikoşin. Kesên ev komkujî pêk anîn pismamê me bi xwe ye. Bila kujer cezayê ku heq dikin bigirin. Muxtarê gund Cîhan Îzol, bi bavê min yê xwendin û nivîsa wî tune ye tiliya wî bi evraqê da û dest danîn ser zeviyên me.”   Çalakiya Îzol heta saet 17.00’an berdewam kir. Malbata Şenyaşar û Îzol li cihê nobetê serpêhatiyên xwe ji hev re vegotin.