Danişîna Meryem Soylû hat taloqkirin 2021-09-14 15:23:16 AMED - Danişîna doza Meryem Soylû ya 81 salî ku di çarçoveya lêpirsîna MEBYA-DER’ê de negirtî tê darizandin hat taloqkirin.    Danişîna ewil a doza rêvebera Komeleya Çand, Yekitî, Piştevaniya Malbatên li Dergûşa Şaristaniyan Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Meryem Soylû ya 81 salî ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Soylû beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê Mûhîttîn Mûgûç amade bû.    Dadgehê tespît kir ku şahidê nepen yê bi navê “ZS35SN58UV52PG10” ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê daxwaz kiribû, nehatiye guhdarkirin. Dadgehê diyar kir ku bersiva muzakereya ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re nivîsiye hatiye dayîn û di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Buroya Lêpirsînên Sucên Terorê ya Amedê ve hatiye meşandin, îfadeya şahidê nepen hatiye wergirtin û girtekeke îfadeyê ya pejirandî hatiye xwestin.    BEYANÊN ŞAHIDAN HAT XWESTIN   Dadgehê da zanîn ku bersiva muzakereya ji Miduriyeta Şaxa TEM’ê ya Amedê re hatiye nivîsîn jî hatiye dayîn û mînakeke beyanên Yasemîn Yalçin û Temûr Guzel ji wan re hatine şandin. Serokê Dadgehê diyar kir ku bersiva muzakeraya ji 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê re hatiye nivîsîn jî hatiye dayîn.    Dozgeriyê xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Parêzer Mûhîttîn Mûgûç jî xwest ku li benda pêkanîna biryarên navberê yên danişîna beriya niha bê sekinandin û kêmasiyên din ê dosyayê bên temamkirin.    Şandeya Dadgehê biryara ku mînakeke îfadeya şahidê nepen ê bi navê “ZS35SN58UV52PG10” ku ji aliyê Buroya Lêpirsînên Sucên Terorê ya Amedê ve îfadeya wî hatiye wergirtin, ji wan re were şandin, ji bo şahidê nepen were guhdarkirin nivîs ji miduriyeta şaxa parastina şahidan re were nivîsîn û pirsên ku parêzer bipirsin bi awayekî nivîskî peşkeş bikin da. Şandeyê ji bo kemasî bên temamkirin danişînê taloqî 14’ê mijdarê kir.