Daxwaza girtina kujerê Recep Hantaş hat redkirin 2021-09-14 15:16:55   AMED - Di doza derbarê kuştina Recep Hantaş ê kaxezan berhev dikir de hat vekirin de daxwaza girtina polîsê bersûc hat redkirin.    Li navçeya Yenîşehîra Amedê polîsê bi navêr Kazim B. gule berdabû Recep Hantaş ê kaxezan berhev dikir û ew kuştibû. Derbarê polîs Kazim B. de doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Polîsê bersûc ku ne girtî û parêzerê xwe Mustafa Demîr, birayê Hantaş Efe Hantaş û parêzerê malbatê Mehmet Oner di danişînê de amade bûn.    Polîsê bersûc parastina xwe kir û  îdia kir ku wî gule bernedaye Recep Hantaş û gule berê erdê daye.    Parêzer Mehmet Oner xewst bersûc polîs Kazim B. were girtinê. Dadgehê daxwaza girtinê red kir û biryar da k udi 4’ê cotmehê de li cihê bûyerê kifş were kirin û danişînê taloqî 9’ê mijdarê kir.