ÎHD’ê bertek nîşanî deqkirina malbata kurdên elewî da 2021-09-14 14:05:04   MERSİN- Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê derbarê êrişa nîjadperest a li dijî malbateke kurdê elewî de daxuyanî da û xwest bûyer bi berfirehî bê lêkolînkirin.   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê li ser malbateke kurdên elewî ya li navçeya Yenîşehîrê dijî û nivîsanên nefretê li ser deriyê mala wan hatibû nivîsandin, civîneke çapemeniyê li dar xist. Pêkhateyên Hêzên Ked û Demokrasiyê jî piştgirî dan civîna li avahiya komeleyê pêk hat.    ‘ENCAMA NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E’   Endamê Desteya Rêveber a ÎHD'ê Bekir Sitki Keçecî di civînê de axivî û diyar kir ku ev bûyer encama polîtîkayên cihêkar, nîjadperest û marjînalîzasyonê ye. Keçecî anî ziman ku Elewî li dibistanan rastî pêkanînên din ên bi zimanê zordar û nefretê tên û got: "Sûcdarên ku van kiryaran dikin an nayên dîtin an kesên girtî tên berdan.” Keçeci da zanîn ku mînaka dawî ya êrişên nîjadperest bûyera "Kurdên elewî bicihim in û bimirin” bûye ku li ser deriyê mala welatiyê bi navê Engîn Arici ê kurdên elewiyê ji Semsûrê ne û li Mêrsînê dijî hatiye nivîsandin. Keçecî anî ziman ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd cihêkarî û nijadperestî li dijî kurdan pêk tê û ev îşareta li ser malê dewama zîhniyeta komkujiyên li dijî elewiyan e. Keçecî xwest ku bûyer bi berfirehî were lêkolînkirin, encamên wê ji raya giştî re were parvekirin û dê vê dozê bişopînin.