Berxwedana ku sînor bê wate kir: Kobanê û Pirsûs 2021-09-14 12:41:34 RIHA - Berxwedana Kobanê li cîhanê deng veda û êrişên DAIŞ'ê bi piştevaniyek mezin şikand. Cihê ku piştevaniya herî mezin da Kobanê jî navçeya Pirsûsê ya Rihayê bû. Kesên ku di 134 rojên şerê tund de li ser sînor nobet girtin ji berxwedana Kobanê re bûn bêhn û sînor bê wate kirin.  DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de ji sê milan ve êrişî, Kantona Kobanê kir. Kobanê piştî şerê navxweyî yê Suriyeyê dest pê kir, bi ragihandina rêveberiyên xweser ên li Cizîrê û Efrînê re jîn dabû Şoreşa Rojava. DAIŞ’ê piştî Reqa û Mûsil bi dest xist û li Şengalê civaka êzidî di qetlîamê de derbas kirin, xwest bi êrişa Kobanê şoreşa Rojava têk bibe.    Hevserokê Kantona Kobanê yê wê demê Enver Muslum ê êrişa ser bajêr ragihand, bi gotina “Bila Tirkiye bizane ku heke Kobanê bike wê xetereya mezin ji bo wan derkeve holê” her kes vexwend berxwedanê.    Li ser îdiaya bi hezaran DAIŞ’î ser sînorê Tirkiyeyê derbasê Kobanê bûne, esnafan derabeyên xwe venekirin û ji bo êrişan şermezar bikin û piştevaniya gelê Kobanê bikin, li gundê Dîkmetaş ê navçeya Pirsûsê kon vedan û dest bi nobetê kirin. Dûre li bajarên herêmê ligel astengiyan jî bi hezaran kes herikîn ser sînor. Ji bo birîndarên ji Kobanê dianîn Maseya Qeyranê hat avakirin.    GEL HERIKÎ SER SÎNOR   Hevserokê wê demê yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li dijî êrişan di 19’ê Îlona 2014’an de bi gotina “Pirsûseke bêyî Kobanê nayê fikirîn” banga seferberiya xwedîderketina Kobanê kir. Piştî vê bangê kesên ji welatên cuda ku şoreşgerên enternasyonal jî di nav de bûn herikîn ser sînor. Li dijî êrişa DAIŞ’ê ya bi çekên pêşketî, hin kesên hatin ser sînor ligel astengkirinan jî derbasî Kobanê bûn û tevlî berxwedanê bûn.    BERXWEDAN HER ROJA KU ÇÛ MEZIN BÛ   Konê berxwedanê yê li Dîkmetaşê hat vedan, di 20’ê îlonê de barkirin gundê Etmenikê li hemberî Kobanê. Kesên li ser sînor ji mirovan zincîr avakirin, kesên li Kobanê li berxwe didan silav kirin û berxwedan her roja ku diçû mezintir dibû.    Di encama êrişa leşker û polîsan a li dijî kesên ser sînor nobetê digirin de zarok, ciwan, rojnamevan û jin jî di nav de gelek kes birîndar bûn. Îşkence li gelek kesên ku ji Kobanê hatin Pirsûsê hat kirin. Xwendekara zanîngehê Kader Ortakkaya (28) ku xeyala wê azadbûna Kobanê bû, bi guleyên leşkeran jiyana xwe ji dest da. Ligel van hemû pêkanînan jî gel dest ji berxwedanê berneda, li hemû sînor belav bû û zincîra ji mirovan ava kirin. Dema berxwedana ser sînor berdewam dikir, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo piştevaniya gelê Kobanê bang hatin kirin. Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 2’yê Cotmeha 2014’an de bi daxuyaniyeke bi Îngîlîzî û bi Tirkî ji raya giştî ya navnetewî re banga piştavaniya bi Kobanê re kir.    ÇALAKIYÊN KOBANÊ YÊN 6-8’Ê COTMEHÊ   Di wan rojên ku êrişên DAIŞ’ê yê ser Kobanê vegerîn gefa komkujiyê de, Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 7’ê Cotmeha 2014'an de li Dîlokê di nav axaftineke xwe de wiha gotibû: “Wa Kobanê jî ket û wa dikeve." Piştî van axaftinên Erdogan li gelek bajaran bi hezaran kes daketin kolanan.    Di êrişên polîs û leşkeran û endamên Huda Parê yên li ser gel de li gelek bajaran di serhildana Kobanê de 46 kesan jiyana xwe ji dest da.    DOZA KOBANÊ   Mirinên ku di dema çalakiyên 6-8’ê Cotmehê pêk hatin de tenê mirinên endamên Huda Parê bûn mijara darizandinê. AKP ya di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de desthilata xwe winda kir, hewl da berpirsyartiya bûyerên Kobanê bixe stûyê HDP’ê.    Heverokên Giştî yên HDP’ê yên berê endam û rêveberên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de derbarê 108 kesan de doz hat vekirin. Doza ku weke “Doza Kobanê” tê zanîn û 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê lê dinêre, 108 kes bi daxwaza 38 caran muebbeta girankirî û 19 hezar û 680 hezar sal cezayê hefsê tên darizandin. Wê 4’emîn danişîna dozê di 20’ê Îlonê de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê were dîtin.    KIRIN SEDEMA DOZA GIRTINÊ   Doza Kobanê bû sedemê îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bi daxwaza girtina HDP’ê amade kir. Li ser îdianameya ewil hat îadekirin, Serdozgeriyê îdianameya duyemîn ku amade kir di 7’ê Hezîranê de ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) re şand.    Piştî ku dadgehê îdianame di 21’ê Hezîranê de qebûl kir 70 klasorên din û 8 flash bellek ji partiyê re ragihand û 60 roj demê parastinê da partiyê. AYM’ê li ser daxwaza ku HDP parastina xwe amade bike, di 3’ê Cotmehê de 60 roj dema zêde da. Di îdianameya 843 rûpelan pêk tê de derbarê 451 endam û rêveberên partiyê de qedexeya siyasî tê xwestin.    TESLÎMÎ TARIYÊ NEBÛ   Dema li bajêr şer diqewimî, ligel hemû êrişê leşker û polîsan ên li Pirsûsê, berxwedanên hatin dayîn ji Kobanê re bûn bêhn. Li Kobanêya bi hezaran keç û xort ketin bin axê, ligel derfetên kêm jî teslîmî tariyê nebû. Di encama berxwedana 134 rojan de ji DAIŞ’a saw xist nava hemû cîhanê re jî çok danenî û berxwedana serdemî bajêr di 26’ê Çileya 2015’an de bi temamî ji DAIŞ’ê paqij kir. Kobanê ya ku mohra xwe li rojeva cîhanê da û dîrokek û berxwedanek bêhempa da nivîsandin û ji her bihostên cîhanê piştevanî hat dayîn, di heft salên derbasbûyî de bû mijarên gelek makale, nûçe, belgefîlm, çîrok û pirtûkan.    ROJNIVÎSKA BERXWEDANÊN KOBANÊ Û PIRSÛSÊ    Hin ji wan berxwedanên Kobanê û Pirsûsê ku 134 rojan dom kir û ev 7 sal in nehatiye jibîrkirin wiha ne:    “* 16’ê Îlonê - DAIŞ’ê li gundên Bora, Zêrîk, Tehlîk, Degîrmen ên rojavayê Kobanê û gundên Serzerik, Kopirlik, Qizeli, Korik ve Heriyê yên li rojhilatê Kobanê dimînin tank û çekên giran êriş dan destpêkirin.    * 19’ê Îlonê - Li gundê Dîkmetaş ê Pirsûsê ku li hemberî gundê Qeremox ê girêdayî Kantona Kobanê nobeta konê piştevaniya “Bi Kantona Kobanê re piştevanî û alîkariyê” hat destpêkirin.    * 19’ê Îlonê - Şandeya HDP’ê ya ji Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, Pervîn Bûldan û parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk dihat li Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û pişt re bi endamên lijneya rêveberiya KCK’ê re hatin gelhev. KCK’ê, bi rêya şandeya HDP’ê ji bo Kobanê banga seferberi û berxwedanê li hemû ciwanan kir.    * 20’ê Îlonê - Di konê berxwedanê yê li gundê Dîkmetaş ê navçeya Pirsûsê hat vedan de ji bo pêdiviyên lezgîn ên Kobaniyan ên zêdetir jin, zarok û pîr bên pêşwazîkirin Maseya Qeyranê hat avakirin.    * 26’ê Îlonê - Bi hezaran kesên li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kom bûn, têlên ser sînor rakirin û bi koman derbasî Kobanê bûn.   * 1’ê Cotmehê - Di dîmenên ÎMC TV’yê de hat dîtin ku DAIŞ’î di bin rêya trenê derketin û diçûn mewziyên xwe.    * 7’ê Cotmehê - Bi deh hezaran kesên li dijî xetereya komkujiya Kobanê meşiyan, li gundên ser sînor belav bûn û dest bi nobetê kirin.    * 31’ê Cotmehê hêzên pêşmerge yên sê rojan ser xeta sînor hatin sekinandin, ji bo biçin Kobanê di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê de derbas bûn.    * 1’ê Mijdarê - Ji ber Roja Kobanê ya Cîhanê bi deh hezaran kes, herikîn gundê Mehser ê ji bo berxwedana Kobanê nobet lê dihat girtin.    * 6’ê Mijdarê - Di dema çalakiya zincîrê ya ji mirovan a hunermendan de di êrişa guleyan û bombeyên gazê de aktivîsta Platforma Azadiya Civakî û xwendekara Lîsansa Bilind a Zanîngeha Marmarayê Kader Ortakkaya (28) jiyana xwe ji dest da.    3’yê Kanûnê - Hêzên pêşmergeyan a duyemîn ku ji 150 kesan pêk dihat û ji bo piştevaniya YPG’ê û YPJ’ê yên li dijî DAIŞ’ê li Kobanê şer dikirin hatin şandin, gihiştin Kobanê.    * 19’ê Çileyê - Li Girê Miştenûr ê Kobanê yê herî stratejîk ala YPG’ê û wêneyê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hat daliqandin.    * 26’ê Çileyê - Hêzên YPG’ê û YPJ’ê piştî 134 rojan navenda Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin.”   MA / Emrûllah Acar