‘Îqtidar girtiyên nexweş rehîne dibîne’ 2021-09-14 10:27:50 STENBOL - Rêveberên ÎHD’ê û MATUHAY-DER'ê diyar kirin ku îqtidar girtiyên nexweş rehîneyan dibîne û bi astengkirina berdana girtiyan re jî malbatan ceza dikin.  Li gorî rapora Adara 2018'an a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di 17 salên dawî de bi giştî 3 hezar û 500 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Li gorî rapora herî dawîn a komeleyê di Nîsana 2020’an de, di navbera Adara 2018 û Nîsana 2020’an de, 16 girtiyên nexweşên giran di girtîgehê de mirin û 5 jî ji wan demek kurt piştî serbestberdana xwe mirin. Li gorî heman raporê, niha hezar û 604 girtiyên nexweş ku 605 jê giran nexweş in, di girtîgehan de ne. 249 ji van girtiyan jin in. Ji ber ku rewşa girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe, tê payîn ku komele rapora xweya nû di meha mijdara bê de eşkere bike.    Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn û Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAY-DER) Nesîm Ozkan, têkildarî rewşa girtiyên nexweş ku nayên berdan û daxwaza berdana wan tê redkirin ji ajansa me re axivîn.    PIŞTÎ KU TÊN BER MIRINÊ TÊN BERDAN    Acettin destnîşan kir ku ji ber şert û mercên girtîgehê şert û mercên tenduristiyê yên girtiyan xirab bûne û di rapora dawîn a ku wan di sala 2020’an de eşkere kir de gelek kesên di wê lîsteyê de jiyana xwe ji dest dane. Acettin anî ziman ku wan lîsteyek nû ya girtiyên nexweş amade kirine û wiha got: “Rewşa girtiyên ku cezayê wan giran e her ku diçe dijwartir dibe. Bi salan, ew di girtîgehê de rastî gelek nexweşiyan hatin. Malbat serlêdan dikin ku gelek ji wan li ber mirinê ne. Divê ev rewş bi lezgînî were rojevê. Ji ber ku roj bi roj mirinên nû diqewimin.” Acettîn diyar kir ku girtiyê nexweş Sabrî Kaya tevî ku rojê 4 rojan diçû nexweşxaneyê jî dîsa jî nehat berdan û girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî jî ji nexweşîna penceşêrê dihat dermankirin û nexweşiyên wî yên din jî hebûn û piştî ku ew hat li ber mirinê wî berdan.    'LI GORÎ KÊFA XWE TEVDIGERIN’    Acettîn da xuyakirin ku "polîtîkayên dijminane" li pişt helwesta dewletê ya li hemberî girtiyên nexweş heye û wiha got: “Saziya Tipa Edlî (ATK) der barê gelek girtiyan de biryarên xelet girtine û girtiyên ku raporên wan ên ‘nikarin di girtîgehê de bimînin’ hene jî dîsa nayên berdan. Nexweşên giran, zarok, astengdar, girtiyên nexweş hene. Ev ne girtiyên ku dê di girtîgehê de bimînin in. Dewlet xwedî zîhniyeteke sûcdar e. Ji ber ew welatparêzên kurd û siyasetmedarên kurd in bi zanebûn nayên berdan. Li dinyayê rewşek bi vî rengî tune ye. Hiqûqa bûrjûwaziyê jî nayê sepandin. Li gorî kêfa xwe rêbazek heye. Ji ber vê yekê, desteserkirina mafan roj bi roj zêde dibe. Vana rewşên ku dikin ne li gorî mafên mirovan e.”    RÊBAZA TECRÎDÊ DICERIBÎNIN    Hevserokê MATUHAY-DER'ê Nesîm Ozkan jî diyar kir ku gelek girtî piştî gihîştine ber mirinê hatine berdan. Ozkan destnîşan kir ku dermankirina girtiyên nexweş hatiye astengkirin û wiha got: “Dema ku em hem bi malbatan re hem jî bi kesên di demên dawî de hatine berdan re diaxivin, em dibînin ku dewlet rêbazek tecrîdê diceribîne. Girtiyên nexweş heta ku li ber mirinê neyên berdan. Ev polîtîka bi salan li ser girtiyên siyasî hatin meşandin. AKP bi taybetî li ser kurdan polîtîkayek wiha dimeşîne. Ev polîtîkayek îdeolojîk e.”    WEZARET BERDANÊ ASTENG DIKE    Ozkan diyar kir ku tevî raporên ATK'ê jî Wezareta Dadê rê li ber berdana girtiyên nexweş venake û wiha got: “Malbat serî li wezaretê didin lê bersivên neyînî digirin. Berdana girtiyên nexweş bi insafa îdareyê ve dimîne. Ger girtiyên nexweş di wextê xwe de sewqî nexweşxaneyê werin kirin, şansê wan ê xelasbûnê zêdetir e. Di heman demê de têkiliyek di navbera bijîşk û nexweş de jî kêm e. Dema ku ew diçe nexweşxaneyê, li dosyeya wî tê nêrîn û ger di dosyeya wî de tiştek di derbarê PKKê de hebe, heta destên girtiyan jî yanî kelemçe nayên vekirin.”    ÎŞKENCE HEYE    Ozkan diyar kir ku nêzîkatiya li hember girtiyên nexweş bi polîtîkayên li ser kurdan ve girêdayî ye û got: "Li dijî kurdan pêkanînên dij hiqûqê hene. Dema ku ew diçin nexweşxaneyê jî îşkence heye. Divê jiyana kesekî ne di destê kesekî de be. Jiyana wî divê ne ew çend erzan be, tenê ji ber ku kesek di girtîgehê de ye. Divê mirovek di zindanê de nemire. Dilê vê îqtidarê kevirî ye, tu tiştekî nabîne. Ew tenê difikire, 'Ez ê çawa girtiyên siyasî biqedînim, çawa ez ê kesên di girtîgehê de bêdeng bikim’. Tenê li ser vê difikire.”    ‘ÎQTIDAR GIRTIYAN WEK REHÎNE DIBÎNE’   Ozkan destnîşan kir ku dewlet wekî "hêza min heye, girtîgeh di bin kontrola min de ne, qanûn di destê min de ye, her tişt di destê min de ye" tevger dike û wiha got: “Ev gefek mezin e. Bi taybetî di dema desthilatdariya AKP'ê de, gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Îqtidar hemû girtiyên ku wek wê nafikire, wek rehîneyan dibîne. Hewl dide bi rêya girtiyan malbatên wan terbiye bike. Divê her kes girtiyan biparêze. Ger em nekin, em ê tişta ku dewlet dixwaze bikin. Heke em bikin, dewlet dê paş de gav biavêje. Ev jî berpirsiyariya rêxistinên sivîl û siyasetmedaran e.”    MA / Mehmet Aslan