'Divê demildest lêpirsîna helîkopterê bê temamkirin û doz bê vekirin' 2021-09-14 09:04:26 WAN - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Mehmet Karataş, bertek nîşanî nêzikbûna doza welatiyên ku li navçeya Şaxê ji helîkopterê hatibûn avêtin da û xwest ku lêpirsîn demildest temam bibe û derbarê faîlan de doz bê vekirin.    Leşkerên ku li navçeya Şaxê derketibû operasyonê, di 11'ê îlona 2020’an de welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şîban binçav kiribûn û piştî îşkenceyeke giran li wan kiribûn, ew ji helîkopterê avêtibûn. Ji ber îşkenceya ku lê hatibû kirin, Tûrgût piştî 21 rojan  jiyana xwe ji dest dabû û Osman Şiban jî ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin hê jî bi ser xwe ve nehatiye û di nav nivînan de ye. Pêvajoya hiqûqî ya derbarê avêtina Tûrgût û Şiban a ji helîkopterê pêş nakeve. Hê jî li ser lêpirsîna vê bûyera ku li Tirkiye û dinyayê deng veda biryara nepeniyê heye. Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê Parêzer Mehmet Karataş, bertek nîşanî vê nêzikbûna dosyaya Tûrgût û Şiban da û bang kir ku doz li kesên ku îşkence li Tûrgût û Şiban kirine vê vekirin.    'BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ'   Parêzer Mehmet Karataş, diyar kir ku di bûyera Tûrgût û Şiban de mafê jiyanê hatiye binpêkirin û sûcê li dijî mirovahiyê pêk hatiye û wiha got: "Du welatiyên ku hatine binçavkirin bi lêdanê mebesta jiyana wan hatiye kirin. Di encama vê bûyerê de Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest daye û Osman Şiban jî nehatiye ser kewna xwe ya berê. Di vir de binpêkirina mafê jiyanê, îşkence û memeleya xerab heye. Di vê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî ku qebûl kiriye tevbigere û lêpirsînê bi awayekî lez bike û dozeke bibandor bi rê ve bibe. Lê li şûna vê salek e di dosyayê de nepenî tê domandin û tê gotin ku lêpirsîn tê berdewamkirin."   'JI BO VEŞARTINA BÛYERÊ BI SER ROJNAMEGERAN DE ÇÛN'   Karataş, bi lêv kir ku bi wan re qeneeta ku lêpirsîneke bibandor tê berdewamkirin çênebûye û ev tişt got: "Em di wê baweriyê de ne ku di vê bûyerê de lêpirsîneke bibandor nayê birêvebirin. Lewre rojnamegerên ku bûyerê kirin nûçe û ji raya giştî ya dinya û Tirkiyeyê re ragihandin hatin girtin. Nûçekirina vê bûyerê peywira rojnamegeran e. Ji bo veşartina vê bûyerê bi ser rojnamegeran de çûn. Ji ber ku mafê agahî girtinê yê gel parastin û bûyereke ku pêk hatiye bi belgeyan derxistin holê ji azadiya xwe hatin kirin, hatin darizandin û hê jî tên darizandin. Bi dozeke vala tên darizandin. Li vir binpêkirineke mezin a maf heye. Mafê agahî girtinê yê gel û mafê pîşeyî yê rojnamegeran hatin binpêkirin. Ji bo ku careke din rewşên wiha çênebin divê li şûna rojnamegeran darizandina faîlên bûyerên bê pêkanîn."   Di dawiya axaftina xwe de Karataş, bûyerê weke bûyereke xeternak bi nav kir û diyar kir ku divê bi polîtîkaya bêcezahiştinê nêzî bûyerê neyê kirin û derbarê faîlên bûyerê de bi awayekî lez lêpirsîneke bibandor bê kirin û demildest pêvajoya dozê bê destpêkirin.     MA / Cemîl Ûgûr