ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-14 09:00:18   * Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Mehmet Karataş, bertek nîşanî nêzikbûna doza welatiyên ku li navçeya Şaxê ji helîkopterê hatibûn avêtin da û xwest ku lêpirsîn demildest temam bibe û derbarê faîlan de doz bê vekirin.    * Qeyûmê berê yê Mêrdînê Mûstafa Yaman jî di nav de derbarê 72 kesan de ji ber nêlirêtiya 540 milyon TL'yî du lêpirsînên cuda hatin destpêkirin.    * Li navçeyê Cizîr û Silopyayê berhevkirina pembû dest pê kir. Rezmî ku îsal kîloya pembû 3 TL zêde bûye jî cotkar mesrefa xwe bi zorê derdixin.    * Weysî Ermîş, destnîşan kir ku li dijî pişaftin û çanda populer dengbêjî qada berxwedana çandî ye û got ku dixwazin vê çandê ji nifşan bigihînin pêşerojê.   * Li navçeya Artemêtanê, ji ber hişkesalî û zêdebûna mesrefan bera giha nîvî nîvî kêm bûye û cotkar weke çareserî dest bi firotina sewalên xwe kirine.   * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 190'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Danişîna ewil a doza polîs Kazim B. ê ku Recep Hantaş di sala 2019'an de li Amedê kuşt, dê li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. (09.00)   * Danişîna doza rêvebera MEBYA-DER'ê Meryem Soylû wê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. (09.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê têkildarî malbata elewî ku li ser mala wan nivîsên nijadperest hatin nivîsandin dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Li Hezexê û Silopiya tundiya ku mamoste S.K. ji ber kêliya xwendina "Sirûda Îstîklalê" keniyaye û tundî li xwendekar K.S. kiriye dê bi daxuyaniyan were şermezar kirin. (12.00- 17.30)