Baroya Wanê û OHD’ê bertek nîşanî lêgerîna tazî da 2021-09-13 15:47:47   WAN - Baroya Wanê û OHD’ê bertek nîşanî lêgerîna tazî ya li hember parêzer Ekîn Yeter da û got dixwazin binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan sîrayetî ser parêzeran jî dikin.    Parêzer Ekîn Yeter a endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê ku li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind bi lêgerîna tazî re rûbirû mabû. Baroya Wanê û OHD’ê têkildarî vê lêgerîna tazî ya li hember Yeter pêk hat li avahiya baroyê daxuyanî da çapemeniyê. Sekretera Baroya Wanê Şeyma Şen daxuyanî xwend û destnîşan kir ku lêgerîna tazî sûcek li dijî mirovan e. Şen anî ziman ku dewlet lêgerîna tazî, îşkence û muameleya xerab înkar dike û sûcên rûmet şikandinê ya li hember mirovan ku li ser girtiyan pêk tê niha jî tê xwestin ku li ser parêzeran ferz bikin. Şen da zanîn ku ew ê her ji îşkence û mauameleya xerab red bikin û li dijî wê derkevin û têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û dê vê doza Ekîn Yeter jî bişopînin.