Malbata Şenyaşar bang li baroyan kir: Ev doza her kesî ye 2021-09-13 11:27:53 RIHA - Ferît Şenyaşar ê ku bi dayika xwe re “Nobeta Edaletê” berdewam dike banga piştevaniyê li baroyan kir û got: “Ev zilm li her kesî tê kirin. Ev dayik, dayika her kesî ye, ev doz, doza her kesî ye.”  Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku sê ferdên malbata wan ji aliyê AKP’iyan ve hatibûn kuştin, çalakiya xwe “Nobeta Edaletê” di roja 189’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dikin.    Ferît Şenyaşar bertek nîşanî vekirina doza li hember dayika xwe da.    'EDALET WÊ ZILMÊ BI DAWÎ BIKE’    Şenyaşar diyar kir ku nobeta wan edaletê di roja 189’emîn de berdewam dike û wiha got: "Têkoşîna me ya ji bo edaletê li vir ne tenê çalakiya rûniştinê ye. Dayikek 65 salî heye, 2 zarokên wê û hevjînê wê li ber çavên wê hatin qetilkirin. Dayik li vir tenê edaletê dixwaze. Di ser bûyerê re 3 sal derbas bûn, lê dozger bêbandor in. Qanûna serweran li dadgehê tê sepandin. Dozger ji me direvin. Ev zilm ne tenê li me, li hemû gelên Tirkiyeyê tê kirin. Ev zilm li 83 milyon mirovan tê kirin. Ev dayik êdî bûye dayika her kesî. Dayik her sibe zû tê û li ser vê betonê rûdinê û êvarê diçe malê. Kîjan wijdan, exlaq, ol vê qebûl dike? Êdî tenê şopandina vê zilmê têr nake. Ya ku vê zilmê biqedîne bicihanîna edaletê ye.”    ‘EV DOZA HER KESÎ YE’    Şenyaşar bal kişand ser doza li dijî dayika wî bi hinceta "heqaret li Yildiz ê AKP'yî kiriye" hatiye vekirin û got: "Dê di 12'ê mijdarê de li ber edliyeyê dîrokek bê nivîsandin. Di 12’ê mijdarê de em ê bangî hemû serokên baroyên Tirkiyeyê bikin û ji wan bixwazin ku li vir bin. Ev zilm li her kesî tê kirin. Ev dayik, dayika her kesî ye, ev doz, doza her kesî ye.”    ‘EM Ê BI SER BIKEVIN’    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal jî wiha got: “Baroyên li Tirkiyeyê dê li hember vê neheqiyê, vê neqanûniyê bêdeng nemînin. Di rûniştina 12'ê mijdarê de dê baro ber bi Qesra Edaletê ya Rihayê ve bimeşin. Parastin wê dawî li vê zilmê bîne. Em bi hêvî ne. Em ê bi ser bikevin, edalet wê bi ser bikeve.”