Koordînatora CÎSST’ê: Em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş nagirin 2021-09-13 09:00:04 STENBOL - Koordînatora CÎSST’ê Bêrîvan Korkut, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de, pirsgirêkên weke kapasîteya zêde, paqijî, xwarin û gihîştina tenduristiyê li girtîgehan gihîştiye lûtkeyê û got: “Di heman demê de em bersiva serlêdanên ji bo girtiyên nexweş ku dikin nagirin.”  Komeleya Civaka Sîvîl a di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST), giliyên şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) yên ku ji girtîgehan ji wê re hatin radigihîn, kir rapor. Di serê pirsgirêkên di pandemiyê de hatin jiyîn, bin pêkirinên mafan ên weke kapasîteya zêde, paqijî, xwarin û gihîştina tenduristiyê tên. Koordînatora CÎSST’ê Bêrîvan Korkut, diyar kir ku bi pandemiyê re, di girtîgehan de, qeyranek cîddî hat jiyîn.    DIBIN NAVÊ BERGIRTIYÊ DE TECRÎD KIRIN    Korkut, anî ziman ku li girtîgehan dibin navê bergiriyê de girtî tecrîd kirin û wiha axivî: “Pirsgirêka herî girîng a li girtîgehan hîna jî tê jiyîn, negihîştina tenduristiyê ye. Li tevahiya cîhanê, qedexe rabûn û pêşketin çêbûn. Lê li girtîgehan tu gavek şênber nehatiye avêtin. Êdî ev ji rewşa bergiriyê derketiye û veguheriye tecrîdeke ku derûniya girtiyan bi awayekê cîdî bandor dike. Bi pandemiyê re pirsgirêka herî mezina a li girîgehan rû da, paqijî bû. Ewil girtîgeh dihatin dezenfekte kirin û qadên hevpar dihatin paqij kirin. Lê dûre ev rewş her ku çû hat sistkirin. Êdî girtiyan bi derfetên xwe amûrên paqijiyê dikirîn. Di vîr de jî ev pirsgirêk derdikeve holê. Ger aboriya we hebe, hûnê di vê mijarê de pirsgirêkan nejîn, lê ger aboriya wê tune be, hûnê pirsgirêkan bijîn. Girtiyên ku rewşa wan a aboriyê tune bûn, bi qeyranek mezin re rûbirû man. Îro li girtîgehan divê ev rewş bê çareserkirin.”    XIZANTÎ ZÊDE BÛ   Korkut, dest nîşan kir ku di girtîgan de, qeyraneke aboriyê ya cîdî heye û wiha pê de çû: “Girtiyekê edlî xwe gihand me û got, ji ber ku pereyê wî tuneye tenê dikare deterjana kincan bikire û bi vê deterjanê jî serê xwe dişû. Hin caran jî diranê xwe pê firçe dike, destên xwe pê dişû û qawişa xwe pê wê paqij dike. Yanî qeyrana aboriyê ya li Tirkiyeyê, bihayên giran, xizantiya di girtîgehan de zêdetir kiriye.”   PIRSGIRÊKA XWARINÊ   Korkut, diyar kir ku yek ji pirsgirêkên girtî dijîn, pirsgirêka xwarinê ye û wha pê de çû: “Rojane xweyîkirina mezinan bi 10, xweyîkirina jinên ducanî û yên bi zarokên xwe re dimînin jî 10 lîreye. Ji roja ewil ve, diviya bû bedela xweyîkirina di girtîgehan de, weke girêdayî enflasyona xurekê bihata zêde kirin. Ev bedel berê 8 TL bû. Bi pandemiyê e bû 10 TL. Gelo bi 10 TL’an mirova çawan dikirin xwe xweyî bikin. Ji xwe derbarê xweyîkirinê de gelek gilî hene.”    QEYRANA TENDURISTIYÊ TÊ JIYÎN   Korkut, da zanîn ku di vê pêvajoyê de, herî zêde girtiyên nexweş bi bandor bûn û wiha rêz ki: “Ji bo ku girtiyên nexweş me hertim serî li Wezareta Dadê û Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan da. Lê me bi tu awayî bersiva van serlêdanên xwe negirtin. Êdî di girtîgehan de qeyranek mezin a tendurisityê heye. Di van şert û mercan de, ne pêkane ku girtiyên nexweş bên dermankirin. Ji xwe yek ji qada ku herî zêde em rexne dikin Saziya Tipa Edliye. Bi her awayî mafê dermankirina mirovan tê binpêkirin.”    ÎŞKENCE Û MÛAMELEYA XIRAB   Bêrîvan Korkut, bal kişan ser îşkence û mûameleyên xirab ên li girtiyan tên kirin û wiha bi dawî kir: “Di vê pêvajoyê de gelek pêkanên keyfî yên cidî bûn mijara gotinê. Ferzkirinên lêgerîna li ser piyan, ketina yek rêzê hatin kirin û her tim qawiş di lêgerînê re hatin derbaskirin. Bi komên xerabalik lêgerîn hatin kirin. Ev rewş ji bo tenduristiya girtiyan pirsgirêkên cidî çêdike. Em tekez dikin ku ev şêwazek şîdetê ye û divê ji holê bê rakirin.”      MA / Ferhat Çelîk