BES'ê serdana HDP'ê kir 2021-09-12 16:45:16   ENQERE - Serokê Giştî yê BES'ê Bahadir Berdîcîoglû, serdana HDP'ê kir.    Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Bahadir Berdîcîoglû, bi Sekreterê Giştî yê Sendîkayê Azîz Ozkan re serdana Navenda Giştî ya HDP'ê kir. Berdîcîoglû Ozkan, li navenda HDP'ê bi Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de rêveberên BES'ê ji HDP'ê xwestin ku di mijara girtina kar de alîkariya wan bike.