Ji ÎSÎG'ê rapora pandemiyê: Di 18 mehan de herî kêm hezar û 209 karker jiyana xwe ji dest dan 2021-09-12 13:17:03   STENBOL - Li gorî rapora 18 mehan a ku Meclisa ÎSÎG'ê amade kiriye, herî kêm hezar û 209 karker bi vîrûsa jiyana xwe ji dest dane.    Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlhiya Kar (ÎSÎG), derbarê vîrûsa koronayê ku 18 mehan li pey xwe hişt û karkerên ku di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane raporek amade kir. ÎSÎG'ê hûrguliyên rapora ku amade kir, parve kirin. Li rapora ku dema di navbera 11'ê adara 2020'an û 20'ê îlona 2021'an dihewîne nava xwe; di nav 18 mehan de herî kêm hezar 209 karker bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane.