Bi ‘qawîşên edlî’ girtiyan tehdît dikin 2021-09-12 09:02:01 WAN - Mazlûm Kaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê dimîne, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê, wan bi “qawîşên edlî” tehdît dike û dibejê ku dê wan bişînin odeyên girtiyên edlî.  Girtiyê 27 salî Mazlûm Kaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê gef li wan xwariye ku ew ê wan bişînin odeyên girtiyên edlî. Bavê Mazlûm Kaya Lezgîn Kaya, xwest zext û helwestên keyfî yên li girtîgehan zêde dibin di zûtirîn dem de bi dawî bibin.    DIXWAZIN VÎNA GIRTIYAN BIŞKÎN IN   Kaya, diyar kir ku di hevdîtina telefonê ya herî dawî bi kurê xwe Mazlûm kir de, kurê wî jê re gotiye, girtiyên siyasî li dijî zêdebûna helwestên keyfî yên li girtîgehê çûne hevdîtinê bi rêveberiya girtîgehê re bikin. Kaya, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê li şûna pêşiya nêzîkatiyên keyfî bigire, gef li girtiyan xwariye. Kaya dest nîşan kir ku rêveberiya girtîgehê ji girtiyan re gotiye, “Ji ber ku hûn ji halê xwe ne razîne, wê demê em ew bixin odeyên girtiyên edlî. Li wê derê, hevdû parçe parçe bikin. Wê demê hûnê ji halê xwe memnûn bibin.”    Kaya, bi bîr xist ku bi vî awayî gef li girtiyan xwarin sûcek mezine û wiha bertek nîşan da: “Bi vê zilm û zordariyê wê tu carî nekarin kurdan teslîm bigirin. Girtî niha li dijî vê di greva birçîbûnê de ne. Heya ku dawazên wan nayin pêşwazî kirin,  dê çalakiya xwe dewam bikin. Divê girtîgeh bên valekirin. Evqas girtin û kuştin vê pirsgirêkê çareser nake. Ew dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin. Kurd jî naxwazin mîna koleyan bijîn. Em yek Kurd jî bimînin, em ê tu carî vîna xwe teslîm nekin.”    ‘WÊ TECRÎD BI SER NEKEVE’   Kaya, bal kişan ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dike û wiha bi dawî kir: “Rêya çareseriyê li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane. Divê hevdîtin bi Ocalan re bên kirin. Em dixwazin daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, bên qebûlkirin. Dewlet vê yekê nake, ji ber vê girtiyên nexweş yek bi yek jiyana xwe ji dest didin.  Dewlet dê tu carî nikaribe bi tecrîdê bigihîje armanca xwe. Divê vê rastiyê bizanibe û bibîne. Her ku em aştiyê dixwazin, ew koledariyê li ser me ferz dikin. Rewşa Tirkiyê jî her ku diçe xirab dibe. Di bingeha vê de, zordestiya ku ferzî Kurdan dike heye.”    MA / Dîndar Karataş