Li Mêrdînê şeva dengbêjan 2021-09-12 08:50:41   MÊRDÎN - Dengbêjên ku tevlî şeva dengbêjan a ji aliyê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ve hat lidarxistin bûn, kilam gotin.    Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê xebat dike, şeva dengbêjan li dar xist. Şev li avahiya komeleyê hat lidarxistin û dengbêj Perîşan, dengbej Perîxana Şirnexî û dengbêj Ehmedê Xî tevlî şevê bûn. Dengbêjan bi dorê kilamên xwe gotin. Di şeva ku bi kêfxweşiyeke mezin hat lidarxistin de li ser ziman û xebatên çand û hunerê nîqaş hatin kirin û qala girîngiya yekitiya neteweyî hat kirin.