Esmer Tûnç rakirin nexweşxaneyê 2021-09-11 16:42:04   ŞIRNEX - Dayika Mehmet û Orhan Tûnç ên di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Cizîrê de hatin qetilkirin, Esmer Tûnç rakirin nexweşxaneyê.   Dayika Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç û birayê wî Orhan Tûnç ên di sala 2016'an de, di dema qedexeyên derketina derve yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê de hatin qetilkirin, Esmer Tûnç, di 3'ê Îlonê de bi gumana vîrûsa koronayê (Kovîd-19) rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û testa Tûnç negatîf derket. Lê piştî rewşa Tûnç a nexweşiya bêhn tengiyê pê re heye giran bû, rakirin bêşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê.