Malbata Şenyaşar: Helbet wê ev zilm li cihekî bisekine 2021-09-11 12:03:31   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku têkoşîna xwe ya edaletê berdewam dike got: “Helbet wê ev zilm li cihekî bisekine.”    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît di roja 187’emîn de bi daxwaza “edaletê” nobeta xwe didomînin. Ji ber îro Edliyeya Rihayê girtî ye malbatê li mala xwe ya Pirsûsê çalakiya xwe berdewam kir. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal ev peyam parve kir: “Dayika ku du law û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatine qetilkirin, li ber edliyê her hewar û qîrîna wê vediguhere dozê. Rojane doz lê tên vekirin û gazî wê dikin ku biçe îfade bide. Helbet wê ev zil mli cihekî bisekine.”