Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan Aysel Tûglûk 2021-09-11 10:06:43   ENQERE - Serokatiya ATK’ê ya Stenbolê rapora “dikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne” da siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk. Ev demeke Tûglûk li girtîgehê bi bi nexweşiyê re rûbirû maye.    Serokatiya Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK), têkildarî rewşa Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya berê û Hevseroka Giştî ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ya berê Aysel Tûglûk ku niha di Girtîgeha Kandiriya Kocaeliyê ya Tîpa F de dimîne, rapora ku amadekir aşkere kir. ATK’ê diyar kir ku Tûglûk “dikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne."    DAXWAZA BERDANÊ RED KIRIN   ATK’ê di rapora xwe de wiha got: “Dikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne û bi awayekî bi rêkûpêk kontrolên xwe pêk bîne, dikare di şertên girtîgehê de infaza wê were berdewam kirin.” Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê jî di çarçoveya raporê de daxwaza berdanê ya parêzerên Tûglûk red kirin.    Têkildarî mijdarê Cigirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpisryar Parêzer Umîd Dede daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Roja ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Seka ya Îzmîtê derbarê Tûglûkê de teşhîsa ewil danîn û heta niha ji aliyê yekeyên partiya me yên têkildar û parêzeran ve hem rewşa tenduristî û hem jî pêvajoya hiqûqî ya Tûglûkê hatiye şopandin. Ligel ku me bi nêz ve dişopand jî di çarçoveya hesasiyeta Tûglûk û malbata wê me ji raya giştî re parve nekir.”   ‘BIRYAR SIYASÎ YE’   Dede di berdewama axaftina xwe de wiha axivî: “Em weke parêzerên wê û Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê, ji bo parastina mafên qanûnî û yên tenduristiyê yên Aysel Tûglûkê, heta bi rêyên hiqûqî, tibbî û îdarî encam bigirin em ê bi israr bişopînin. Di vê çarçoveyê de em ji raya giştî re parve dikin ku serlêdana îtîrazê ya Lijneya Bilind a Tiba Edlî îro hat kirin. Biryara ATK’ê ya derbarê Aysel Tûglûk de siyasî ye û em qebûl nakin.”   MA / Zemo Aggoz