Li Qoserê 200 dar kirin qurbana asfaltê 2021-09-11 09:52:05   MÊRDÎN - Xelkê Qoserê diyar kir ku qeyûm ji bo rêya asfaltê çê bike 200 dar biriye û divê dar ji bo asfaltê nehatina birîn.    Qeyûmê Şaredariya Qosera Mêrdînê ji bo Cadeya Stadyûma li taxa Turgut Ozal asfalt bike, 200 darên temenê wan 7 salî ne rakir. Ji xelk dengê xwe neke, dar di nîvê şevê de hatin rakirin. Hat zanîn ku dar bi hêceta çêkirina rê û gaza xwezayî hatine rakirin.    DARAN DIKIN QURBANÊ ASFALTÊ    Ji şêniyên taxê Alî Can da zanîn ku darên li ser cadeyê hemû hatine rakirin û şaredarî her car diçe cadeya wan xera dike û di bin navê çêkirinê de ev yek pêk tê û divê dar nebin qurbana rê.    BORIYA AVA WAN TEQIYA    Ji şêniyên taxê Yuksel Efe jî got ji ber birîna daran boriya ava wan şikestiye û tîmên şaredariyê boriya wan tamîr nekiriye û xwest ku kes dest nede darên wan.    Şêniyê taxê Mehmet Alî Araç jî anî ziman ku birîna daran nayê qebûlkirin û ew ji qeyûm û xizmetguzariya qeyûm ne razî ne û heqê xelkê tê xwarin û ji du salan carek tên rêyên wan xera dikin û çê dikin.    ‘AMANC TUNEKIRIN E’    Endamê Meclîsa Şaredariyê yê HDP’yî Metîn Aslan jî destnîşan kir ku armanca rakirina daran ew e ku Qoser bêdar bimîne û armanca qeyûm jî tunekirina bajêr e û xerckirina budçeya şaredariyê ye. Aslan got rakirina daran û çandina darên palmiye zîhniyeta AKP’ê dide nîşandan.