Amedî: Wê daxistina benda hilbijartinê jî Tifaqa Cûmhûr xelas neke 2021-09-11 09:04:03   AMED - Amediyan, destnîşan kir ku ji ber kêmbûna dengê Tifaqa Cûmhûrê benda hilbijartinê daxistine ji sedî 7'an û ev tişt gotin: "Hewldana xelaskirina MHP'ê ye lê wê dîsa jî xelas neke. Wê Tifaqa Cûmhûr têk biçe û di hilbijartinê de bi ser nekevin."    AKP û MHP li ser benda hilbijartinê li hev kirin û ragihandin ku benda hilbijartinê ji sedî 10'an daxistine ji sedî 7'an. Terkandina benda ji sedî 10 a ji bo astengkirina kurdan a ketine meclisê hatibû danîn, ji aliyê gelek derdoran ve weke "Xelaskirina MHP'ê" tê şîrovakirin. Di heman demê de ev rewş careke din nîqaşên hilbijartina pêşwextr anî rojevê. Amediyên ku me têkildarî mijarê mîqrefon dirêrî wan kirin, dan zanîn ku ji ber kêmbûna dengê xwe Tifaqa Cûmhûr dixwaze benda hilbijartinê daxîne.      FAKTORA MHP'Ê    Mehmet Vûranel, diyar kir ku biryara daxistina benda hilbijartinê ya ji sedî 7'an ji bo MHP'ê hatiye dayîn û wiha got: "Nafikirim ku MHP ji sedî 10'an derbas bike. Daxistina ji sedî 7'an ji bo wan pêngaveke stratejîk e. Desthilat di rêjeyeke bilind de deng winda dike. Heke niha hilbijartinek çêbibe nebawerim ku AKP qezenç bike. Dibe ku ji sedî 7 ji bo HDP'ê jî baş be lê li ser navê xelaskirina MHP'ê hatiye kirin. Ji ber siyaseta bêprensîb ne diyar e ku di demên pêş de kîjan partî bi kîjan partiyê re tifaqê bike."   'WÊ TIFAQA CÛMHÛR BIKEVE'   Welatiyê bi navê Mehmet Koç, destnîşan kir ku ji bo ku MHP li benda hilbijartinê neeliqe biryara daxistina hilbijartinê hatiye dayîn û ev tişt got: "Beriya niha tiştejî wiha nedixwestin. Lê niha dizanin ku ketine û ji bo xelaskirina xwe dikin."   Yûsûf Dûran jî da zanîn ku ji ber qrîza aborî û pirsgirêkên heyî mabe wê desthilat hilbijartinan winda bike û wiha axivî: "Ji bo qezenckirina MHP'ê vê rêjeyê daxistin. Lê ji dakeve ji sedî 7'an jî ferq nake. Lewre baweriya gel bi wan nemaye. Esnaf di qrîzê de ne. Ez jî weke xwendekarekî hêviya min jî ji vî welatî û rêveberiya vî welatî tune ye. Em derçû dibin lê bêkar in. A ku bikeve wê Tifaqa Cûmhûr be. Pir zelal e ku wê vê hilbijartinê negirin."   ‘HEWLDANÊN PARASTINA TEXTÊ XWE'   Welatî Îbrahîm Akdemîr ku daxistina benda hilbijartinê weke "hewldana parastina text" şîrove kir jî ev tişt anîn ziman: "Di vê hilbijartinê de wê ciwan bi tu awayî ji wan re deng navêjin. Hebûna telefonên ciwanan weke tiştekî pir girîng nîşan didin. Şikir ku telefonên me hene. Porscheya bavê min jî heye, di demên pêş de em ê li ser mala xwe pîsta helîkopteran çêbikin! Spasiya Erdogan dikin. Lê çaya me kêm e. Ji ber nebesbûna muxalefetê kesên ku ji desthilatê bawer dikin hene. Nifşeya Z ji hezaran yek wê dengê xwe bidin desthilatê. Ew jî xêra wan ji welat û milletê re tune ye. Herkesê ku xwe bifikire wê deng nede wan."   BERSIVA GEL   Mahmût Yilmaz, destnîşan kir ku desthilat nikare welat bi rê ve bibe û MHP jî dengê xwe winda dike û wiha got: "Li gorî berjewendiyên xwe biryaran didin. Biryareke li gorî berjewendiyên MHP'ê ye. Tenê ji bo kêrî MHP'ê were desthilatê vê biryarê girtiye."   Kazim Ekîncî jî got: "Li Tirkiyeyê heq, hiqûq, edalet tune ye. Ji ber vê wê ya daxînin ji sedî 5'an an jî wê derxînin 10'an. Heke bend nekeve wê MHP bikeve."   Welatiyê bi navê Alattîn Aydin jî daxistina benda hilbijartinê weke "xelaskirina MHP'ê" nirxand û ev tişt got: "Tenê nêrîna wan xelaskirina MHP'ê ye ji bilî vê nêrîneke wan a din tune ye. MHP niha di bin ji sedî 5'an de ye. Ji ber ku baş bi rê ve nabin û baş naxebitin deng winda dikin. Diviya ku desthilat beriya 3 serdemên niha biketa. Bi lîstikên cuda digirin. Gel ne mî ye wê di vê hilbijartinê de bersiv bide."    Abdulazîz Ûçar jî bi lêv kir ku daxistina benda hilbijartinê daxwaza MHP'ê ye.    MA / Eylem Akdag - Ceylan Şahînlî