Li Wanê xwendekarek hat girtin 2021-09-10 17:03:37   WAN - Xwendekarê zanîngehê Vedat Fîdan ê li Wanê hatibû binçavkirin, hat girtin.    Belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Ejder Sari, xwendekarên zanîngehê Yûnûs Kuçukçelebî û Vedat Fîdan duh di saetên serê sibê de bi serdegirtina malan de li Wanê hatibûn binçavkirin. Sari, Kuçukçelebî û Fîdan piştî karûbarên îfadeyên wan li miduriyeta polîsan qediyan, îro sewqî dadgehê hatin kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê her sê kes jî sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlh a Wanê kirin. Dadgehê Ejder Sari û Yûnûs Kuçukçelebî bi şertê kontrola edlî berdan û xwendekar Vedat Fîdan jî bi îdiaya “kesan tevlî rêxistine dike” girt û şand girtîgehê.