Dozger xwest kujerê Mîroglû bê girtin lê dadgehê ew berda 2021-09-10 14:39:37   ŞIRNEX - Polisê ajokarê maşîneya zirxî ya li Mîraç Mîroglû qelibî M.K. di îfadeya xwe de angaşt kir ku li gorî şertê xizê maşîneyê ajotiye. Polisê ku dozger xwest bê girtin dadgeriyê ew berda.    Di 3'ê îlonê de li navçeya Hezexê ya Şirnexê maşîneyeke zirxî li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê li zarokê bi navê Mîraç Mîroglû yê 7 qelibî û ew kuşt. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Hezêxê ve têkildarî bûyerê hat vekirin de piştî 3 rojan îfadeyê polisê kujer M.K. hat girtin. Di lêpirsîna xwe de sûcdariyên li xwe qebûl nekir û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Hezexê hat kirin. Komîser M.K. ku dema bûyerê di maşîneyê de bû, rexmî ku şahid gotibû "dengê firêneke bilind û lê qelibandinê" bihîstiye jî di îfadeya xwe de got ku maşîne hêdî çûye.   ANGAŞTA KU BI HIZA 20-25 KÎLOMETREYAN ÇÛNE   Komîser M.G. di îfadeya xwe de ev tişt got: "Timik em ji bo kes û wesayîtên di rêyên talî de tên ji bo hişyariyê li qornayê didin û wisa derbas dibin. Beriya ku bûyera mijara gotinê pêk were jî em bi heman rengî derbas bûn.  Berî û dema bûyerê xiza nêzî 20-25 kîlometreyan bûn. Heke rewşeke berovajî hebûna wê wesayît di 2-3 metreyan de ranewestiya. Ji ber hemû sedemên min vegot tu kêmasiyeke ajokar M.K. tune ye."   DOZGERÎ XWEST BÊ GIRTIN   Polisê kujer M.K. ku dozgeriyê wî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin xwe bi van gotinan parast: "Li Taxa Tûrgût Ozal min gorî şertên xizê wesayît diajot. Dema ez hatim kolana Tûrgût Ozal û kuçeya 533'a min xiza xwe kêm kir. Min li qornayê da û hişyariya xwe bi deng jî kir. Ji sala 2019'an ve wesayîtê dajom. Beriya min qeza nekiriye. Li gorî şertên trafîqê wesayîtê dajom. Dema ku ji xaçerê derbas bûm di wesayîtê de hejek çêbû. Di qamereya ku paşiya wesayîtê de dibîne de dît ku kesek li erdê ye. Dema bûyerê ez û qomiserê xwe çûn cem kes. Ji bo dem winda nebe me zarokê bir beşa lezgîn. Di vê namberê de jinek jî xwest bi me re were, me wê asteng nekir ew jî bi me re hat. Di nav 5-6 deqeyan de zarok gihand nexweşxaneyê. Di vê qezayê de qisûra min nîne. Tedbîra girtinê wê gelek giran û neheq be. Rewşa min revê û ji holê rakirina delîlan tune ye. Daxwaz dikim ku ev rewşa min jî li ber çavan bê girtin."   Piştî van îfadeyên ku polisê kujer xwe pê parast dadgeriyê pêwistî bi girtina wî nedît û ew bi şertê kontrola edlî berda. Her wiha dozgeriyê derketine derveyî welat jê re qedexe kir.    MA / Zeynep Dûrgût