Li Girtîgeha Amedê ya Zarokan tundî li zarokên girtî hatiye kirin 2021-09-10 13:33:31 AMED - Baroya Amedê eşkere kir kir ku wan li Girtîgeha Amedê ya Zarok û Ciwanan tespît kiriye ku zarokên girtî bi tundiya fîzikî û derûnî re rûbirû mane û gilî kirine.  Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Amedê ya Zarok û Ciwanan ku qewimîne li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyanî da. Serokê Baroyê Nahît Eren û parêzerên endamên Navenda Mafên Zarokan beşdar bûn.    TUNDÎ LI ZAROKAN HATIYE KIRIN    Endamê Navenda Mafên Zarokan Sedat Gorduk diyar kir ku ew bi şandeyek ji baroyê çûne serdana zarokên ku 3 meh di girtîgehê de mane. Gorduk destnîşan kir ku di 3 mehan de 53 caran bi 32 zarokan re hevdîtin pêk anîne û wan têkildarî gazin û binpêkirinên mafan ji wan re vegotine û raporek amade kirine. Gorduk kurteya raporê parve kir û wiha got: “Zarokên girtî bi tundiya derûnî û fizîkî, muameleya nebaş û tevgerên rûmet şikandinê yên hin karmendên girtîgehê re rûbirû mane. Di gelek waran de gef li zarokan hatine hatiye xwarin û mafên wan hatine binpêkirin. Di hevdîtina li gel zarokan de zextên li ser zarokan hatine tespîtkirin. Em dibêjin sepanên li ser zarokan li dijî hiqûqê ye. Şandeya me girteka bûyerên qewimîne girtiye. Me têkildarî van qewimandinên li girtîgeha zarokan di 7’ê îlonê de li Serdozgeriy Komarê ya Amedê gilî kiriye û daxwaz kiriye ku lêpirsînek bi bandor û bilezûbez were destpêkirin.”