Emîne Şenyaşar wê kujerên malbata xwe ji dozger û dadgeran bipirse! 2021-09-10 09:58:28 RIHA - Emîne Şenyaşar a ku ji ber "heqaretê" dê were darizandin diyar kir ku ew ê roja dozê ji dozger û dadger kujerên zarokên xwe bipirse. Parêzerê malbatê, Hidayet Enmek jî bang li her kesê birçî û yê edaletê ye kir ku di dozê de li cem wan bin.  Emîne Şenyaşar a ku di êrişa xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û du lawên xwe winda kirin, beriya ku kujeran derxin pêşberî dadger, lê wê Emîne Şenyaşar bi îdiaya “heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriey” dê di 12’ê mijdarê de derkeve pêşberî dadger.    JI BO ÎFADE BIDE DERIYÊ EDLIYÊ WÊ LÊ WERE VEKIRIN    Emîne Şenyaşar ji 9’ê adarê ve bi daxwaza di dosyeya wan de “edalet” pêk were yanî kujerên hevjîn û du lawên wê yên hatin kuştin werin dîtin û lawê yê girtî Fadil Şenyaşar were berdan dest bi çalakiya nobetê kiriye. Malbata Şenyaşar 186 roj in daxwaz dike ku bi Serdozgerê Komarê û dozgerê dosyeyê re hevdîtin bike, lê ev daxwaz tê redkirin. Emîne Şenyaşar a ku bi dehan car ketina wê ya avahiya edliyê hatiye astengkirin, wê roja 12’ê mijdarê de ne ji bo hevdîtinê ji bo îfade bide dê bikeve avahiya edliyê.    Bi îdiaya ku Emîne Şenyaşar di roja 86’emîn de “heqaret li wezîfedarên cemaweriyê” kiriye dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye were darizandin. Lê têkildarî bûyera ku sê ferdên malbatê têde hatin kuştin, 3 sal û 3 meh in hêj veneguheriye dozê.    Ji Emîne Şeryaşar re heta 4 salan cezayê hefsê tê xwestin. Şenyaşar û ji parêzerên dosyeya malbatê Hîdayet Enmek têkildarî dozê ji me re axivîn.    KES DENGÊ WÊ NABIHÎZE    Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku Nobeta Edaletê ya ku wan li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin ket roja 186'emîn û wan tevî hemû astengiyan jî nobedê bênavber domandine gihandine îro. Şenyaşar diyar kir ku ew her roj li ber avahiya dadgehê şînê dike, lê nikare dengê xwe bigihîne rayedaran û got: “Ez her roj li ber Edliyeya Rihayê digirîm, kes wê nabihîze, lê wan giliyê min kir. 2 kur û hevjînê min li ber çavên min hatin kuştin û kurekî min 3 sal û 3 meh di hucreya yek kesî de tê girtin. Ez her roj li ber Edliyeya Rihayê digirîm, kes rondikên çavê min nabîne û guh nade qîrîna min. Lê wan rabûye giliyê min kiriye û doz li min vekirine.”    ‘DOZÊ NE LI MIN, LI KUJERAN VEKIN’    Şenyaşar bal kişand ser biryara nepenîtiyê ya di dosyaya komkujiyê de û wiha got: "Çima ew kesên ku zarokên min li nexweşxaneya dewletê qetil kirin doz li wan nayê vekirinê? Li ku derê hatine dîtin ku mirov li nexweşxaneyê têne qetilkirin? Piştî ku wan zarokên min kuştin, wan dîwarên nexweşxaneyê boyax kirin ji bo ku xwîna zarokên min li ser wan dîwaran hebû. Wan dîmenên nexweşxaneyê winda kirin. Her kes vana dizane. Çima dozger li pey van agahiyan naçin û li kesên ku zarokên min kuştine lêkolîn nake? Ma ew nabînin ka malbata min çawa parçe bûye? Kezeba min dişewite. Tevî van hemû êşên min jî ew radibin giliyê min dikin. Lê doz li kujeran venakin. Dozê ne li min li kujeran vekin. Min heqaretê li kesî nekiriye. Her roj ew yanî malbata Yildiz heqaretê li me dikin. Her roj nexweşînên min zêde dibin. Wexta min dest bi nobetê kir tu pirsgirêka min a tenduristiyê nebû. Lê niha her der amin dêşe. Heta edalet bi cih neyê, ez ê ji vir ranebim. Heta kurê min neyê berdan ji vir ranabim. Bila li tavilê kurê min berdin.”    ENMEK: ZEXT LI SER DOSYEYÊ HENE   Parêzerê malbatê Hîdayet Enmek destnîşan kir ku 3 sal û 3 meh di ser komkujiya ku di 14’ê Hezîrana 2018’an de li cîhê kar dest pê kir û li nexweşxaneyê berdewam kir, ku di encamê de 3 kes hatin kuştin, derbas bûn e û hîn jî biryara "veşarî" li ser dosyeyê heye. Enmek diyar kir ku muwekîlên wî 186 roj in Nobeda Edaletê li ber edliyeyê digirin û daxwaza rakirina biryara "nepenîtiyê" ya li ser dosyayê kir û got: "Her cara ku ew dixwazin bikevin dadgehê, tên astengkirin. Dema ku serlêdanên hevdîtina bi Dozgerê Giştî û Cîgirê Dozgerê Komarê re tim dihatin redkirin, cara ewil di 8'ê Tebaxê de hatin qebûlkirin. Bi malbatê re me daxwazên xwe gihandin Cîgirê Dozger, lê mixabin bersivên ku me girtin ji hevdîtinên me yên berê yên bi dozgerên dozê re ne cudatir in. Rastiya ku biryara veşarî hîna di dosyayek 3 sal û 3 mehan de nayê rakirin, ji bo me xemgîniyek mezin çêdike. Zextên siyasî li ser dosyeyê tên kirin. Ev derenxistin bivênevê li ser dosyeyê bandorê dike.”    BANGA PIŞTEVANIYA EDALETÊ   Enmek destîşan kir ku ji bo malbata Şenşyaşar hiqûqek du alî tê nîşandan û bang li her kesê birçî û tiyê edaletê ye kir ku roja darizandina Emîne Şenyaşar li cem wan bin.    MA / Emrullah Acar