Rêxistinên Sivîl ên Amedê ji bo hilbijartina pêşwext çi dibêjin? 2021-09-10 09:07:44 AMED - Nûneren rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê, diyar kirin ku pêwîstî bi hilbijartina pêşwext heye û ji muxalefetê xwestin ku polîtîkayên xwe yên derbarê çareserkirina pirsgirêkên li welat û bi taybetî pirsgirêka Kurd de aşkere bikin. Daxuyaniya Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ya "benda hilbijartinê daket ji sedî 7’an" carek din rojeva hilbijartina pêşwext germ kir. Di anketên, derbarê hilbijartineke pêşwext de,  Tifaqa Komarê ya AKP û MHP tê de cih digirin her ku diçe dihele û dengên partiyên mûxalîf zêde dibin. Derdorên desthilatdariyê, didin xuya kirin ku wê hilbijartina di demê xwe de bê kirin. Lê eniya mûxalefetê ya ku dixwaze hilbijartinek pêşwext çê be, ev demeke li qadê ye û xebatên xwe bi rêve dibin.   Dema dibêjin hilbijartin yek ji bajarên ewil tê bîra mirov Amede. Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sîvîl (STO) derbarê rojeva hilbijartinek pêşwext de, ji ajansa me re axivîn.    PIRSGIRÊN BÊÇARESERÎ HATINE HIŞTIN   Serokê Şaxa Sendîkaya Xebatkrên Veguhestina Yekbûyî (BTS) û Berdevkê Demî yê Platforma Ked û Demokrasiyê Suleyman Bozkurt, da zanîn ku sedema nîqaşên hilbijartina pêşwext ew ku desthilatdarî nikare welat bi rêve bibe ye. Bozkurt, anî ziman ku di salên dawî de, di warê demokrasî û mafên mirovan de krîz tên jiyîn û wiha  axivî: “Di pêvajoya pandemiyê, karesatên lehiyê, enflasyon, zem, tundiya li dijî jinan û xizmantiyê de, desthilatdarî bêçareser ma. Nekarî çareseriyê ava bike. Ev jî bû sedem ku nîqaşên hilbijartina pêşwext zêdetir bibin. Rewş welat kavil bûye. Hêzên ked û pêşketî, êdî dixwazin ku ev welat ji krîzan derbikeve. Hema bêje her şev Serokkomar biryarnameyekê derdixe. Karmendan ji kar davêje, saziyan takekesî dike û zirarê dide.  Êdî em nikarin debara malbatên xwe bikin. STO dibin zextên pir mezin de ne. Hemû bername û çalakiyên me ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. Desthilatdarî 20 salin, saziyan dagir dike.”    DERENG MA YE   Sekreterê Desteya Koordînasyona Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsaz (TMMOB) ya Amedê Dogan Hatûn, ji bo bangên hilbijartina pêşwext ên muxalefetê nirxandina “bangek dereng mayî ye” kir û wiha got: “Ev 5 salin welat nayê bi rêve birin. Ev rewş bi taybetî di sala 2015’an, bi ne çareserkirina pirsgirêka Kurd dest pê kir. Ji ber ku nekarin welat bi rêve bibin, serî li rêbazên kaos, şer û krîzan dan. Li welat pergala hiqûqê nayê bi cih anîn. Ev tê wê wateyê ku êdî dewlet nemaye. Heya ku li vî welatî pirsgirêk hebin û aştî pêk neyê, wê desthilatdarî bi tunebûnê re rûbirû bimîne. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka herî bingehîn a vî welatiye. Divê muxaletfet polîtîkayên xwe yên der barê çareserkirina pirsgirêkên li welat û bi taybetî pirsgirêka Kurd de aşkere bikin. Ji bo hilbijartina pêşxwet jî bangên xwe zêdetir bikin.”    ‘HILBIJARTINA PÊŞWEXT GEREK E’   Serokê Şaxa Odeya Avahîsazên  Ziraatê (ZMO)  Samet Ucaman jî, diyar kir ku desthilatdarî jî amadekariya hilbijartinek pêşwext dike û wiha got: “Desthilatdariyek her tim xwe dubare dike û paşve diçe heye. Desthilatdarî binesaziya civakî ya polîtîk diguherîne. Dîsa civak di nava kaosê de ye. Desthilatdarî ji civakê re nabe çareser. Îro civak di warê aboriyê de pir tengav bûye. Ji ber vê hilbijartina pêşwext pêwîst e. Di vê muxalîf jî li gorî vê yekê teşe bide xwe.”    ‘ÊDÎ NAGIRE’   Serokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken jî, dest nîşan kir ku di salên dawî de krîzên aborî û siyasî yên cîdî hatin jiyîn. Êdî pêşiya van krîzan nayê girtin. Ji ber vê jî ma be divê hilbijartinek pêşwext çêbe. Êdî dirûn nagire. Ji ber rejîma yek zilamî, tu tişt nakeve pratîkê. Ji bo welatiya tu pêşketin tuneye. Divê muxalefet çawan dikare pirsgirêkên çareser  bike, aşker bike. Pêwîste muxalefet, pirsgirêkên ku çarser bike, ji raya giştî re aşkere bike.”    'DIVÊ MÛXALEFET BI CESARET BE’   Serokê Şaxa Hejmara 2 a Genel Îş DÎSK’ê ya Amedê Hasan Hayrî Eroglû jî, anî ziman ku ew jî hilbijartina pêşwext dixwazin û wiha got: “Divê mûxalefet, di pêvajoya hilbijatinê de polîtîkayên zelal bi rêve bibe. Pêwîst mûxalefet ji hemû deman zêdetir bi cesaret be. Pêwîst ku êdî polîtîkayên cihekar ên civakê ji hev dûr dixin, bi dawî bibin.”    MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol