Hinceta nû ya girtinê: Ji ber ku Colemêrg di navbera du sînoran de ye 2021-09-10 09:06:18 COLEMÊRG - Rexmî ku derbarê wan de biryara binçavkirinê tune bû jî li navçeya Geverê 2 kes hat binçavkirin û hatin girtin. Ji bo girtina wan jî "nêzbûna nav du sînoran a Colemêrgê" hat nîşandan. Parêzer Metîn Adiyaman, diyar kir ku hiqûqa taybet a li gorî kesan û herêman pêk tê. Di 6'ê tîrmehê de li navçeya Gever a Colemêrgê kesên bi navê Z.A.  S.Î. rexmî ku derbarê wan de biryara binçavkirinê tunebû jî di nuqteyeke kontrolê ya polisan de hatin binçavkirin. Her du kesên ku derbarê wan de lêpirsîna edlî hebû, piştî ku ji dozgeriyê sewqî Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Geverê hatin kirin hatin girtin. Dadgehê, ji bo girtina wan jî "ji ber nêzbûna nav du sînoran a Colemêrgê gumana revê" nîşan da.    HIQÛQA LI GORÎ KESAN Û HERÊMAN   Parêzer Metîn Adiyaman, diyar kir ku dadgehê bi biryara xwe hiqûqa li gorî kesan û herêmê daye avakirin û ev nirxandin kir: "Girtina kesan a ji ber erdnîgariyê bêhincet e û tu qebûlkirineke wê ya hiqûqî tune ye. Nêzbûna herêmekê ya sînorê welatekî biyanî nikare bibe hinceta girtinê. Li herêmê êdî hiqûq ji tevgerên kesan tê çêkirin û pekanîn. Li deverên din ên welat wiha nîne, ev pêkanîn tenê li Colemêrg û Şirnexê heye."