ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-10 09:00:09 * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê bi komployek mezin teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, li Gireva Îmraliyê 23 sal in dibin tecrîdek herî dijwar de ye. Parêzerê wî Emran Emekçî, diyar kir ku di kesayeta Ocalan de, demokrasî, aştî, hiqûq, serbixwetiya darazê û aboriya welat tê tecrîdkirin. * Emîne Şenyaşar a ku ji ber "heqaretê" dê were darizandin diyar kir ku ew ê roja dozê ji dozger û dadgeran kujerên zarokên xwe bipirse. Parêzerê malbatê, Hidayet Enmek jî bang li her kesê birçî û yê edaletê ye kir ku di dozê de li cem wan bin.    * Rexmî ku derbarê wan de biryara binçavkirinê tune bû jî li navçeya Geverê 2 kes hat binçavkirin û hatin girtin. Ji bo girtina wan jî "nêzbûna nav du sînoran a Colemêrgê" hat nîşandan. Parêzer Metîn Adiyaman, diyar kir ku hiqûqa taybet a li gorî kesan û herêman pêk tê.   * DMME’yê di dosyeya Mûrat Yilmaz ê li ser sînorê Îranê yê Elbakê di encama gulebarandina ji qereqolê de hat qetilkirin û ji aliyê dadgeha eskerî ve hatibû girtin, Tirkiye mehkûm kir.      * Nûneren rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê, diyar kirin ku pêwîstî bi hilbijartina pêşwext heye û ji muxalefetê xwestin ku polîtîkayên xwe yên derbarê çareserkirina pirsgirêkên li welat û bi taybetî pirsgirêka Kurd de aşkere bikin.   * Ferhat Demîrbaş ê ku 2 sal berê li Girtîgeha Osmaniyeyê rastî muameleya xerab hat, piştî lêpirsîna li dijî gardiyanan bêencam ma serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.   * Bavê Hediye Balûr a li Çiyayê Bagokê jiyana xwe ji dest da û 127 roj in cenazeyê wê nadin malbatê Mahmût Balûr, diyar kir ku cenazeyê keça wî 450 gram ma ye, lê ligel vê jî nadin wan. Balûr da zanîn ku heya ew hestiyên keça xwe negirin, ew ê ranewestin.”   * Li Mêrdînê, di dozên 3 bûyerên cuda yên lêxistina wesayîta zirxî de, tu pêşketin tune ye. Dosyeya zaroka 7 salî Berfîn Dîlek ji raya giştî hat revandin, lêpirsîna Şerîf Bakir heya demekê hat astengkirin û dosyeya Sûphiye Yakût jî di asta biryarê de, hat rawestandin.   * Tevî ku salek bi ser dosya lêpirsînê ya du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin re derbas bû jî, hîna tu pêşketin tune ye.     * Girtiyên nexweş Îsmaîl Tamboga ku di Girtîgeha Îskenderûnê de her tim zeîf dibe, Siddik Guler ê 81 salî ku gelek nexweşiyên wî hene û Bangîn Muhammed ê astengdar, ligel ku pêdiviyên wan bi lênêrînê hene jî di qawişa ku cihê bêhnvedanê nîne de tên girtin.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 186'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Meclîsa Jinan a HDP'ê wê civîna plansaziya pêşiya xwe li navenda partiyê li dar bixe û di destpêkê de wê Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan biaxive. (10.00)   * Meclîsa Ciwanan a HDP'ê wê bi dirûşma "Em tiryakê rakin û jiyana nû ava bikin" wê li otelek navçeya Sûra Amedê deklare bike. (13.00)   * Baroya Amedê wê têkildarî binpêkirinên mafên zarokên girtî û îdiayên îşkenceyê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyanî bide.