Xelkê Fîskayayê li dijî hilweşandinê civiyan 2021-09-09 16:17:39   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Parlamentera HDP’ê Semra Guzel serdana xelkê taxa Fîskayayê ya ku bi hilweşînê re rûbirû mane kirin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Parlamanetera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û Hevserokê Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê Çekdar Taşkiran serdana xelkê taxa Fîskayaya navçeya Yenîşehîra Amedê ku bi hilweşînê ango wek biryara “qada bi rîsk” hatiye ragihandin kirin. Civîna bi xelkê taxê re li qehwexaneyek taxê êk hat û li ser wê li dijî hilweşînê çi bikin axaftin hatin kirin.    ‘KES XWEDÎ LI ME DERNAKEVE’    Keyayê taxa Ferîtkoşkê Mehmet Alî Şenturk diyar kir ku ew ê tu îmzeyê neavêjin bin biryara hilweşandinê û wiha got: “Em ê li ser pêya bin. Em di ferqa vê de ne. Wekîlên me jî dereng man. Em li vir bi tenê man. Tu kesî piştevaniya me nekir. Heke li şûna me bi darê zorê derdixin, bila werin me li vir bikujin çêtir e. Çi taxa me hilweşandin çi ku me kuştin, heman tişt in. Jixwe ez ê li navenda bajêr her roj bimirim. Ez nikarim li wir bijîm.”    AYDENÎZ: EM Ê LI CEM XELKÊ XWE BIN    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku ew ê li dijî hilweşandinê li cem xelkê taxê bin û wiha got: “Tiştên ku keya dibêje, girîng in. Divê em ji bo vê taxa xwe raya giştî jê agahdar bikin. Têkildarî mexdûriyet û aboriyê. Em ê di warê hiqûqî û siyasî de li cem însanên me ku zilm li wan tê kirin bin. Beriya her tiştî zimanê me, çanda me û kurdbûna me tune tê hesibandin. Tenê sedemek wan heye ku vê taxê xeradikin ew jî ew e ku xelkê vê taxê kurd in û di salên 90’î de gundên wan hatine hilweşandin û hatine li vir bicih bûne. Dibêjin ‘we dev ji gundê xwe berda ye, dev ji vir jî berdin’. Lewma heta dawiyê em ê li cem we bin.”