Rapora ÎHD’ê ya maşîneyên zirxî: 22 jê zarok 42 kesan jiyana xwe ji dest dane 2021-09-09 15:21:21   AMED – Şaxa ÎHD’ê ya Amedê eşkere kir ku di navbera salên 2008-2021’an de 20 jê zarok 42 kesan di encama ku maşîneyên zirxî li wan hatine qelibandin jiyana xwe ji dest dane.      Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di sala 2019’an de raporek têkildarî maşîneyên zirxî yên ku li welatiyan qelibîne parve kiribû. ÎHD’ê rapora xwe aktûel kir. Li gorî rapora ÎHD’ê di navbera salên 2008-2021’an de herî kêm 76 caran maşîneyên zirxî li welatiyan qelibîne û 20 jê zarok 42 kesan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha di raporê de tê gotin 21 jê zarok 90 kes jî birîndar bûne. Ji bilî bajarên bakurê Kurdistanê di encama lê qelibandina maşîneyên zirxî de yek jê zarok 2 kes birîndar bûne.