Ferît Şenyaşar: Divê doz ne li me li kesên komkujî pêk anîne were vekirin 2021-09-09 15:08:15 RIHA - Ferît Şenyaşar, bi gotinên “Êdî dozger nizanin wê çi bikin. Divê doz ne li me li kesên komkujî pêk anîne were vekirin” bertek nîşanî doza ji ber giliyê wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz derbarê dayika wî Emîne Şenyaşar de hatiye vekirin da.  Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 185’emîn de didome. Ferît Şenyaşar ê li weke “Quncê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobeta xwe ya îro kir bertek nîşanî doza ji ber giliya wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz derbarê dayika wî Emîne Şenyaşar de li 2’yemîn Dadgeha Cezaya Aslî hatiye vekirin da.    QÊRÎNA DAYIKÊ   Şenyaşar, destnîşan kir ku çalakiya nobeta wan di roja 185’emîn de ye û wiha got: “Ez 6 mehan zêdetir bi dayika xwe re li pêş edliyeyê ne. Tenê daxwaza me edaleta ku ji her kesê re lazim e. Êrişî kargeha me dikin, li nexweşxaneya dewletê 3 mirovên me qetil dikin. Kes înkar nake ku li nexweşxaneyê komkujî nehatiye kirin, hemû rayedar qebûl dikin. Waliyê Rihayê, miduriyeta polîsan hemû şahidên komkujiyê ne. Lê 3 sal û 3 meh in kes têkildarî komkujiyê dozê naveke. Ji berk u hiqûqa serdestan pêk tê.”   Şenyaşar, bi lev kir ku ji ber di nava komkujiyê de parlementerê partiya desthilatê heye dozger nikarin dozê vekin. Şenyaşar, têkildarî doza derbarê dayika wî de hatiye vekirin jî wiha got: “Dayika min her roj hêsiran dibarî ne, ji vê bêedaletiyê re diqîre. Dozgeran di vê qêrîna dayika min de hevokekê dibînin û ji “heqaretê” dozê vedikin. Ji ber dayika min edalet xwest ev doz lê hat vekirin. 3 sal û 3 meh in komkujiyek heye lê doz tune ye. Dozger têkildarî wê lêpirsînekê navekin. Dayika min dê were darizandin. Dozger nizanin ka çi dikin. Divê doz ne li me li kesên komkujî pêk anîne were vekirin.”   Şenyaşar, pirsa “Wê ev bêhiqûqî heta ku derê bidome?” kir û got ev zilm û bêhiqûqiya ku hemû Tirkiye temaşe dike wê di dîrokê de cih bigire.