Îranê herêmên Biradost û Balekayetî bombebaran kir 2021-09-09 13:17:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Îranê herêmên Biradost û Balekayetî yên Herêma Kurdistana Federe bombebaran kir.    Li gorî nûçeya di Rojnewsê de balefirên bê mirov yên rejima Îranê saet di 06.30’an de baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li bilindahiya Alane ya li devera Balekayetî û Berbizin ên li herêma Biradostê bombebaran kirin. Hat diyarkirin ku hemwextê vê êrişê rejima Îranê bi balefirên bê mirov derdora gundê Dêge û gundê Şêrkaweyan ên serbi bajaroka Simêlan a Çomanê jî bombebaran kiriye. Hat hînbûn ku di encama êrişê de tu ziyanên can çênebûne lê ziyanek mezin a madî çêbûye. Îranê piştî 5 salan cara ewil e li herêmê bi balafirên bê mirov êrişê pêk tîne.