Dosyeya Ayla Akat Ata bi dosyeya Kobanê re kirin yek 2021-09-09 11:52:33   AMED - Dosyeya doza Ayla Akat Ata ku bi îdiaya ji “endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê” tê darizandin, bi dosyeya Doza Kobanê re kirin ye.    Danişîna doza Parlamentera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata ku yek ji damezrînerê Komeleya Jinan a Rosa ye bi îdiaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandi, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.    Ayla Akat Ata ji Doza Kobanê ku li Enqereyê tê lidarxistin, niha girtî tê darizandin. Ata ya ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtî ye bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş û Gozde Engîn jî li danişînê amade bûn.    Şandeya dadgehê diyar kir ku daxwaza 22’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li dosyeya Doza Kobanê dinêre heye ku dosyeyên wê bibin yek.    Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku duh îdianameya ku tê xwestin bi ya Doza Kobanê re bibe yek gihîştiye destê wê û ji bo parastinê dema zêde xwest.    DOSYEYAN GIRÊDAN HEV    Parêzeran parastina miwekîla xwe kir û xwestin ku dosye nebin yek. Ayla Akat Ata jî di dawiyê de got şandeya dadgehê bi vê daxwaza ku dosye bibin yek dixwaze dosyeyê di ser guhên xwe de biavêje. Piştî parastinê şandeya dadgehê, biryar da ku dosyeya li Amedê bi dosyeya Doza Kobanê ku li Dadgeha Enqerê ye re bibin yek.