Di konên rêxistinên sivîl de her roj 200 kes derzî dibin 2021-09-09 09:02:25 ÊLIH - Piştî ku hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê zêdebûn, rêxistinên civaka sivîl dest bi kampanyaya “Dudilî nebe, aşî bibe" dest pê kirin. Li konên ji aliyê rêxistinên sivîl ve hatin vedan de rojê nêzî 200 kes derzî dibin.    Li Êlihê, piştî ku pêketiyên şewba vîrûsa Koronayê (Kovîd-19) rêxistinên pîşeyî û tenduristiyê ketin nava liv û tevgerê. Rêxistinên civaka sivîl di 12’ê Tebaxê de dest bi kampanya “Dudilî nebe aşî bibe" dan destpêkirin. Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES), Odeya Bijîşkên Êlihê (BTO), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baroya Êlihê û Odeya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMO) jî di nav de 40 sazî û dezgehên rêxistinên sivîl, di çarçoveya kampanyayê de, li gelek cihên bajêr afîşên bi Kurdî, Erepî û Tirkî daliqandin.   Di heman demê de, li Cadeya Diyarbekirê ku yek ji cihên herî qerebalix e kon hatiye vedan. Kesên hîna derzî li xwe ne dane, tên vê derê û derziya li dijî koronayê li xwe didin.  Serokê Odeya Bijîşkên Êlihê Selahattîn Oguz, derbarê kampanyayê û gefa şewbê ya li bajêr dewam dike de axivî.   ROJÊ 200 KESAN DERZÎ DIKIN   Oguz, da zanîn ku di konên derziyan de rojê 200 kes tên derzîkirin û wiha got: “Piştî Cejna Qurbanê hemû qedexe rabûn. Ji ber vê hejmara pêketiyan pir zêde bû. Nexweşxane hemû tije bûn. Li bajarê me jî hejmar pêketiyan gehiştiye asta metirsiyê. Rêxistinên civakî li dijî vê zêdebûna pêketiyan, dest bi kampanya derzîkirinê kirin. Em kampanya xwe bi 3 zimanan dewam dikin. Dîsa me borşurên derbarên derzî kirinê de balev kirin”    HEJMAR ZÊDE BÛ   Oguz, da zanîn ku li gorî ew dixwazin hejmara kesên xwe derzî dikin zêde nebûye û wiha got: “Lê hestiyarbûnek hatiye avakirin. Divê pêvajoyê de xebatkarên tenduristiyê ji taqetê ketin. Derziya li dijî Kovîd-19’an mirinan kêm dike. Rêveberina pêvajoya pandemiyê baş nebû. Hejmara xebatkarên tenduristiyê kêm bû. Hîna jî ev kêmbûn dewam dike. Gelek kesên bi KHK’ê hatibûn îxraç kirin, karê wan paşve nehat îade kirin. Divê bi lezgînî xebatkarên tenduristiyê bên tayînkirin.”   MA / Fethî Balaman