Cihê bazarê ji kurdan girt, da xizmên xwe 2021-09-09 09:01:44   ÎZMÎR -  Cîgirê Serokê Şaredariya Menderes ê berê Gursel Ruzgar ê ji kar hat avêtin, cihê dezgehên 6 esnafên li bazara Gumuldur guhertin û dan xizmên xwe. Endama Meclîsa Şaredariyê Amîne, diyar kir ku ji ber kurdbûna wan ew bi zorê ji cihê wan derxistin.    Şaredariya Navçeya Menderes a Îzmîrê, di meha Adarê de, cihê dezgeha li bazara Gumuldur guherin û sererastkirinek bi hîle kir. Li bazara ku 150 esnaf hebûn, tenê 6 dezgehên karkeran birin cihekî bê fonksiyonel û nedîtbar. Ev sererast kirin jî, ji aliyê Alîkarî Serokê Şaredariyê Gursel Ruzgar ê di meha Gulanê de ji kar hatibû avêtin ve hat kirin. Li gorî îdîayê Ruzgar, li cihê 6 esanfên cihê wan guhertin, xizmên xwe bi cih kirin.    CIHÊ 6 KESAN HAT GUHERTIN   Bazarvanên ji cihên xwe hatin kirin Şukru Avci û Ramazan Kaya, diyar kirin ku ew hatine mexdûrkirin. Avci, diya r ku cihê wan ji aliyê Ruzgar ê ji kar hat avêtin ve hatiye guhertin û wiha axivî: “Ji 150 bazarvanan, tenê cihê me 6 kesan guhertin. Gava ku em li dijî vê derketin ji me re got, ‘Ez çi bidim kî ma ezê ji we bipirsim.’ Ruzgar cihê dezgahên me dan xwediyê xwe. Cihê tezgaha min da Hasan Balkan. Niha li bazarê 3 cihên dezgahê yên Hasan Balkan hene.  Berî 2 salan min 40 hezar TL pere da ji bo cihê dezgaha xwe. Lê îro tên bi rehetî min distînin. Ezê derbarê kesên berpirsiyar de gilî bikim.”    'EM MEXDURÊ RANT Û BERTÎLÊ NE’   Ramazan Kaya yê cihê dezgeha wî ji wî hat standin jî, ev bertek nîşan da: “Berî 5 salan min cihê dezgeha xwe kirî. Rûxseta wê jî heye. Ruzgar cihê dezgeha min da hevalê xwe Yavûz Yakin. Li holê rand û bertîl heye. 6 malbat bi vî karî debara xwe dikin. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidin dest pê kirin.”   'CUDAKARIYÊ DIKIN’   Endama Meclîsa Şaredariyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Amîne Çîçek jî, da zanîn ku ew hewl didin ku vê mexdûriyetê ji holê rakin. Çîçek, da zanîn ku ev kirîna Gursel Ruzgar li dijî hiqûqê ye û wiha got: “Ji 6 bazarvanên cihê wan hatin guhertin 4 jê Kurdin. Ji ber nasnameya xwe rastî cudakariyê hatine. Di civîna meclîsê de, me ev rewş nirxand. Rayedarên şaredariyê gotin ewê vê rewşê çareser bikin. Lê  2 meh derbas bûn, hîna jî nehatiye çareser kirin. Herî dawî me dîsa hevdîtin bi Serokê Şaredariyê Mustafa Kayalar re kir. Wî jî ji me re got Gursel Ruzgar  cihê mirovan xesp dike û nijadperestiyê dike. Dîsa got ewê vê rewşê çareser bike, lê hîna çareser nakiriye.”    MA / Hakan Yalçin