Şeniyên taxa ku Mîroglu lê hat qetilkirin: Giliyên me hatin paşguhkirin 2021-09-09 09:01:08   ŞIRNEX - Şêniyên taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ku wesayiteke zirxî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglu qelibî û ew qetil kirin, diyar kirin ku heta niha gelek caran giliyê bi lez çûyana maşîneyên zirxî kirin û wiha gotin: “Lê ev giliyên me hatin paşguhkirin.”    Di 3'ê îlonê de li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê, wesayîteke zirxî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglû qelibî û ew qetil kir. Serdozgeriya Komarê ya Hezexê, derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û piştî 3 rojan îfadeya polîsê kujer girt û ew berda bû. Malbata Mîroglu, der heqê bûyerê de gilî kir. Bertekên welatiyan ên li dijî qetilkirina Mîroglû dewam dikin. Hat zanîn ku heta niha, şêniyên taxê bi dehan caran ji bo lez derbasbûna maşineyên zirxî, gilî kirine. Lê tevî hemû nêrazîbûnan jî, ev giliyê wan ji hêla rayedaran ve esas nehatiye girtin. Şêniyên taxê, diyar kirin ku beriya niha gelek caran çûne qereqolê û  giliyê maşineyên zirxî kirine û xwestin bi lez derbas nebin, lê ev giliyên wan hatin paşguhkirin.    'EM MAŞINEYÊN ZIRXÎ NAXWAZÎN'    Yek ji şêniyên taxê Ayşe Şen, da zanîn ku wan di demên derbas bûyî de, giliyên maşineyên zirxî kirin û wiha axivî:  “Me tu carî encam negirt. Me ji rayedarên qereqolê xwet ku ji polîsên ku maşineyên zirxî dajon re bêjin hêdî hêdî bajon. Me got zarok hene, mezin hene nikarin xwe bidin aliyekî. Lê mixabin  bi gotina me nekirin û giliyên me paşguh kirin. Dîsa weke berê dajon û leztir jî diçin. Beriya niha şeniyên taxê hemûyan di vê hêlê de giliyên xwe anî bûn ziman. Zarokên me diçin dibistanan, cîranan û derdikevin kolanan. Em naxwazin ku ev maşineyên zirxî di taxa me re derbas bibin.”    'GOTINÊN ME HATIN PAŞGUH KIRIN'    Esmer Çaginda jî, anî ziman ku di taxe de ewlehiya tu kesî tune ye û wiha got: "Di vê kolanê re herkes derbas dibe. Em ne ji bo zarokên xwe tenê, ji bo zarokên hemû taxê dibêjin. Heta ku heywanek  jî nikare di vê kolanê re derbas bibe. Bila kolanên me re derbas nebin, em naxwazin. Gelo çi karê wan wan di kolanên me de heye? Ji bo ç idi kolanan de digerin? Ma nizanin ku zarok di kolanan de hene. Em qebûl nakin. Çimkî zarokên me ne bê xweyî ne. Ji me re dibêjin,'Zarokên we di kolanan de çi dikin?' Heqê wan tuneye ku vê pirsê ji me bikin. Ma zarokên wan tune ne? Çima her dem zarokên Kurdan dikujin? Zarokên Kurdan ne bêxweyî ne. Me gilî kirî bû. Lê belê ev gotina me paşguh kirin û esas negirtin. Heta ku ji destê me were em ê giliyê wan bikin. Ger pêwîst bike, em ê weke şêniyên taxê dest bi kampanya îmze bikin ku  êdî di taxa me re derbas nebin.”    'ÎRO MÎRAÇ BÛ SIBÊ DORA ZAROKÊN ME YE'    Welatiya taxê Ayşe Ay jî, bi gotina cihê maşineyên zirxî ne qadên zarokan in bertek nîşan da û wiha hirsa xwe anî ziman: “Heya ku maşineyên zirxî di taxên me re derbas bibin, emê xwe di nava ewlehiyê de nebînin.  Ne heqê wan e ku wisa dikin. Şeniyên taxê hemû ji van maşineyên zirxî bi bertek in. Lê ev bertek û nêrazîbûnên me nayin esas girtin. Îro dora Mîraç bû, sibê dibe ku dora zarokên me be. Em naxwazin êdî zarokên me bên qetilkirin.   MA / Zeynep Dûrgût