Prof.Dr. Ozgen: Polîtîkayên bêrehm ên dewletan li ser xetên sînor didomin 2021-09-09 09:00:41   WAN - Zanista Civakî Dr. Neşe Ozgen, diyar kir ku lêkirina dîwarên li ser xeta sînor, parçeyeke polîtîkayên bêmirovkirinê ye û got: “Polîtîkayên bêrehm ên dewlatan li ser xetên sînor dewam dikin.”    Zanista Civakî Prof. Dr. Neşe Ozgen a bi salane li ser xetên sînoran li qadê xebatan bi rêve dibe, dîwarên li ser sînorên Îran, Iraq û Rojava yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên lêkirin, xendekên tên vekirin û awayên tundî yên dewlet bi rêyên sinoran pêş dixin, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin.   AWAYÊ PÊŞXISTINA TUNDIYÊ YE   Ozgen, bal kişand ser sînorên Tirkiyeyê yên  ji salên 1950’an û vir de dest pê dikin ku bibin  sînorên maddî û wiha axivî: “Têlên li ser sînoran tên dayîn,  qereqolên tên çêkirin, kontrolên herêmên derbasbûnê û qadên bi mayîn mînakên herî ber bi çavin. Bi rastî, bi bayên neolîberalîzmê re di salên 1990’an de, sînor hem hatin bilindkirin û hem jî neqanûnîbûna wan zêde bûn. Bi vî awayî em hîn zêdetir li ser sînoran axivîn. Niha jî sînorên materyal pir bilind û hişk bûne. Êdî ev rewş bandorê li ser mirovên herêmên hûndirin dike.”    XETA ÊRIŞÊ YA SINORAN   Ozgen,  bi bîr xist ku Tirkiye di sala 1938’an de dest bi xêzkirina sînorên ber bi çav kir û wiha got: “Îro ferqa sînoran ew ku sînor çiqas bêrehm bûne. Di vê rewşê de, pirsa ku divê bê pirsîn eve, gelo çima sînor her tim weke aciz, bi kîn û dije mirin li ber çavên me tên zindîkirin.  Ji ber ku ew der xetek sore. Lê ev sorbûn, soriya xwîn û hêrsbûnê ye. Sorbûyîna tundiyê ye. Divê bê zanîn ku,  sînor her tim weke xeta parastinê tê nîşandan. Lê niha weke xeta tundiyê tên bilindkirin.       BÊREHMÎ DEWAM DIKE   Ozgen, da zanîn ku li ser sînoran, polîtîkayên bêrehm ên dewletan dewam dikin û wiha pê de çû: “Pêdivî heye ku mirov li ser bêwijdanî, bêsînor, bêhesab, bêkontrol û xedariya dewletan a li ser sînoran nîqaş bike. Divê mirov vê rewşê ji zimanê hestan derbixe, bi zimanê polîtîk û aboriyê binirxîne. Welatî di nava polîtîkayên dewletan ên bêrehem de, tên pelixandin. Me gelek caran dît ku welatî di navbera sînoran de dimînin. Ev welatî bi rojan li ser sînoran birçî û tî dimînin. Di nava şert û mercên xerab re derbas dibin. Ji vê yekê re tê gotin ku bêrehmiya dewletê. Ev bîrdozî û dijberiyekê ava dike. Ev jî bi demê re vediguhere bîrdoziya bingehîn a polîtîkayên netewî û cudakariyê.”   ÇAVTIRSANDINA CIVAKÊ   Ozgen, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dîwarên li ser sînorên Îranê tên lêkirin, li hemberî hemû kesên dengê xwe li dijî desthilatdariyê bilind dikin tên çêkirin. Dîwarên ku hûn li wê derê lê dikin, neyên Kurdan, Tirkmenan û Tirkane.  Ew bingeha bîrdoziya cudakarî, marjînal û her ku diçe zêde meşrû dik, li dijî hemû hewldanên alternatîf ku hewl didin dengê xwe bilind bikin e. Ev sînor ne tenê çavtirsandina mirovên li herêmê dijîne, ev sînor li dijî hemû civaka Tirkiyeyê çavtirsandine.”    ARMANC DÛRXISTINA KURDANE   Ozgen, dest nîşan kir ku bi dîwarên li ser sînoran lê dikin, dixwazin Kurdên li  çar parçeyan dijîn ji hev dûr bixin û wiha bilêv kir: “Bi van dîwaran dixwazin ji hev cuda bikin. Bi rastî, pirsgirêka çar perçeyan ji mijarek stratejîk wêdetir, mijarek têkoşînê ye. Teşeya dewletê, avaniya îdarî, rejîmên sînor, avahiya sosyo-çandî, rejîm û formên peymanê, dîroka berxwedan û hevgirtina her cihekê ku çar parçe têne binav kirin ji hev pir cuda ne. Binesazî, dîrok û tecrûbeyên Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat ji hev pir cuda ne. Di nava erdên gundên li ser xetên sînor de gulandina xendekan, lêkirina dîwaran û gund kiran qadên eskeran, dişibe polîtîkayên salên 1990’an ên li Colemêrgê bi rêve birin. Wê demê  li Colemêrgê, gund kirin qereqol, nêzî gundan baregehên eskerî hatin lêkirin û piştr herêm bi giştî bêmirov kirin. Dûre jî welatiyên wê derê kirin cerdevan.”   HELWESTA LI DIJÎ SÎNORAN GIRÎNGE    Dr. Ozgen, anî ziman ku girîng e mirov li dijî  van sînoran helwestek çawa nîşan bidin û wiha bi dawî kir: “Di vê em li helwesta mirovan baş mêze bikin ku dê çawan li dijî van polîtîkayan derkevin. Niha li vê derê li ser sînor dîwarek tê lêkirin. Ev dîwar tenê li dijî Kurdan û çend koman nayin lêkirin. Armanca lêkirina dîwarên sînoran, çavtirsandina mirovane.”   MA / Adnan Bîlen