Li Girtîgeha Bandirmayê zext zêde dibin 2021-09-09 09:00:30   WAN - Mehmet Saît Karabûlût ê bavê girtî Sîpan Karabûlût ê li Girtîgeha Bandirmayê tê girtin bal kişand ser şertên nebaş ên girtîgehê û bi lêv kir ku dema girtiyan dibin nexweşxaneyê bi awayekî fîzîkî tacizî wan dikin.    Sîpan Karabûlût (25) ê di sala 2016’an de li Stenbolê hat girtin, piştî 2 salan li Girtîgeha Sîlîvriyê ya Hejmara 5’an ma wî sewqî Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê ya Tîpa T a Hejmara 2’yan kirin. Karabûlût ê 151 rojan di çalakiya greva birçîbûnê ya di 8’ê Mijdara 2018’an de ku bi daxwaza rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan rabe hatibû destpêkirin de mabû, gelek pirsgirêkên tenduristiyê pê re derketin û niha nexweş e. Bavê girtî Mehmet Saît Karabûlût, diyar kir ku nexweşiyên kurê wî hene û di girtîgehê de zextên li ser girtiyan zêde bûne.    ‘BILA ZEXT BI DAWÎ BIBIN’   Karabûlût, da zanîn ku ji ber girtîgeha kurê wî lê dimîne dûre nikarin biçin hevdîtina wî, tenê dikarin bi telefonê pê re biaxivin û wiha got: “Piştî ku kurê min leşkerî kir hat girtin. Di îdianameya wî de tiştekî berbiçav tune ye. Li ser girtiyan zexteke mezin heye. Dema wan dibin nexweşxaneyê peywîrdar ji wan re dibêjin ‘Hûn ne nexweş in, derewan dikin’. Heta girtî dibêjin li wir tacîza fîzîkî jî heye. Em dixwazin dengê me belav bibe, bila zexta li ser zarokên me bi dawî bibe. Di qawişa kurê min de 3 girtiyên nexweşên giran hene. Nikarin pêdiviyên xwe rojane bi tena serê xwe dabîn bikin, hewcehî bi piştgiriya kesan heye. Şert û mercên girtîgehê gelek xerab in.”   DIXWAZE KURÊ WÎ WERE BERDAN    Karabûlût, anî ziman ku her carê nikarin biçin Balikesîrê hevdîtina kurê xwe û wiha axivî: “Em bang li rayedaran dikin, bila girtiyên nexweş demildest berdin. Em nikarin biçin zarokên xwe bibînin. Hin malbat hene çend sal in zarokên xwe nabînin û nikarin biçin hevdîtinan. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. Tenê daxwazeke me heye bila ev şer bi dawî bibe û êdî dayik negirîn.”