Welatiyên Amedê: Em li kuçeyên xwe maşîneyên zirxî naxwazin 2021-09-09 09:00:18   AMED - Welatiyên Amedê bertek nîşanî kuştina Mîraç Mîroglu dan û gotin: “Em ji bo zarokan bi fikar in. Em li bajarên xwe maşîneyên zirxî naxwazin.”    Li gund û navendên bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê her roj maşîneyên zirxî yên leşker û polîsan dibin sedema kuştina mirovan. Di 13 salên dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê 20 jê zarok herî kêm 40 kes di bin maşîneyên zirxî de man ango hatin kuştin. Herî dawî li navçeya Hezexê ya Şirnexê polîsek maşîneya zirxî li Mîraç Mîroglu yê 7 salî qeliband û ew kuşt. Wek bûyerên din îfadeya vî polîsî jî hat girtin û serbest hat berdan. Me têkildarî mijara maşîneyên zirxî ku li zarokan û welatiyan diqelibînin û tên kuştin ji welatiyên Amedê pirsî. Welatiyên Amedê destnîşan kirin ku ew ji ber çûnehata maşîneyên zirxî bi fikar in.    ‘CEZA NAGIRIN’    Sûat Dînar diyar kir ku ew ji ber kuştina Mîraç gelek xemgîn bûye û wiha got: “Ji bilî bajarên me li tu bajarên din kes di bin maşîneyên zirxî de namîne. Vê zilma li me tê kirin, li rojavayê Tirkiyê nayê kirin. Divê ev bûyer neyên piştguhkirin. Dema ew maşîne di ber meriv de derbas dibin, tirsê dixin dilê meriv. Zarokên me diçin dibistanê û her tim ev maşîne diçin û tên. Lewma em ji ber van maşîneyên zirxî ku wê pê li zarokên me bikin, bi fikar in. Divê her kes li dijî vê meseleyê berteka xwe bîne ziman. Leşker û polîsên dibin sedma kuştina mirovan jî paşê serbest tên berdan. Dibêjin jixwe ez lê bidim jî ceza nadin min. Ez li kesek bidin wê min ceza bikin. Lê ceza li leşkerek û polîsek nayê birîn. Em li bajarên xwe maşîneyên zirxî naxwazin.”    ‘ME ZAROKÊN XWE LI ERDÊ NEDÎTIYE’   Mehmet Sidik Çelîk jî anî ziman ku ev bûyer tenê li bajarên bakurê Kurdistanê diqewimin û wiha got: “Gelo mafê wan heye ku zarokên me bikujin? Me zarokên xwe li erdê nedîtiye. Ev qezayê normal nîn in. Kî dibe bila bibe, divê ew ji ber vê bûyerê were cezakirin. Serbestberdana wan bi qanûnî ne rast e. Her kes ji vê yekê aciz e. Em li herêma xwe wesayîtên zirxî naxwazin. Li derûdora qereqolan dîwar çêkirin e. Ji ber vê yekê ger hûn nekarin xwe biparêzin, hemwelatî wê çawa dikarin xwe biparêzin? Li rojavayê Tirkiyê ne maşîneyên zirxî digerin û ne jî dîwar wisa hatine çêkirin. Qey gelo ev der welatek cuda ye?”    ‘DEWLET BERPIRSIYAR E’    Kadrî Yalinkiliç jî anî ziman ku dibe sibê ro wesayîta zirxî li zarokên wî bidin û wiha got: “Divê dewlet di vî warî de hesas tevbigere. Lazim e tevdîr werin girtin. Pêwîste maşîneyên zirxî pirr bi baldarî werin ajotin. Divê ew kujer nehata berdan û cezayê wî çibûya bihata birîn. Bêserûber diçin û zarokên me dipelçiqînin. Divê niha ew polîs di zindanê de bûya. Lê naxêr tê berdan. Dewlet ji vê yekê berpirsiyar e.”    ‘GAVÊ CAREK MAŞÎNEYEK ZIRXÎ DERBAS DIBE’    Nîlgun Varli jî bertek nîşanî bêserûberbûna çûnehata maşîneyên zirxî da û wiha got: “Kezeba wê malbatê (malbata Mîraç) peritî. Divê ev bûyer were belavkirin. Ez wek dayikekê pir xemgîn bûm. Her tim li her derê maşîneyên zirxî digerin. Kuştina zarokan tesîrek mezin li ser min dike. Em ketine wê rewşê ku nikarin ramanên xwe serbest bînin ziman. Gelek tişt hene meriv bîne ziman, lê meriv nikare bîne ziman. Em li bajarên xwe maşîneyên zirxî naxwazin. Em ji ber van zêdebûn û çûnehata maşîneyên zirxî gelek bi fikar in. Em nizanin gavek şûn ve wê çi were serê me.”    MA / Eylem Akdag - Ceylan Şahînlî