Jinên Şirnexî bang li jinên cîhanê kirin: Li cem Emîne Şenyaşarê bin 2021-09-08 15:45:45 RIHA - Jinên Şirnexî yên serdana Emîne Şenyaşar kirin, bang li jinên cîhanê kirin ku li cem Emîne Şenyaşarê bin.   Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 184’emîn de didome. Serdanên piştevaniyê yên çalakiya nobetê jî berdewam dikin. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyên Şirnexê serdana malbata Şenyaşar kirin. Malbatê şande bi dowîzên “Bila edalet were zilm bi dawî bibe” û “Em edaletê dixwazin” pêşwazî kirin.    Jinên ku serpêhatiyên Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin guhdar kirin hestiyar bûn. Emîne Şenyaşar a demeke dirêj bi girî û lorandinê serpêhatiyên xwe vegotin, bertek nîşanî polîsên sivîl ên ew bi kamerayê dikişandin da û wiha got: “Hûn her roj me li vir bi kamerayan dikişînin. We çi dît? Herin kesên komkujî kirine bibînin.”   ERDOGAN EMÎNE ŞENYAŞARÊ NABÎNE?   Şandeya demekê bi malbatê re çalakiya rûniştinê kir, piştî serdanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Dayika Aştiyê Emîne Akiş axivî û wiha got: “Dayika Emîne rexmî germa havînê jî 6 mehan zêdetir e ji bo edaletê li vir rûdine. Em jî daxwaza edaletê dikin. Divê demildest ji bo dayika Emîne Şenyaşar û hemû dayikan pêk were. Em jî daxwaza edaletê dikin. Heke edalet were wê aştî jî were. Divê hemû jinên cîhanê xwedî li Emîne Şenyaşar derkevin. Emîne Erdogan jî jinek e û dayik e. Emîne Erdogan, Emîne Şenyaşar a 6 meh in li vir rûdine nabîne?”   ‘BES BÊJIN EM XWIŞK Û BIRA NE Û BIKUJIN’   Dayika Aştiyê Nûriye Adiş jî wiha got: “Gelek neheqî li dayika Emîne hat kirin û hêj jî tê kirin. Mînakekî din ê vê zilmê nîne. Em li edaletê digerin, dayika Emîne 6 meh in li vir e lê rayedarekî dewletê jî wê nabîne. Tundiyê lê dikin. Dibêjin ‘xwişk û birayên me yên kurd’ ka xwişk û biratî li ku ma. Bes bêjin em ‘xwişk û bira ne’ û bikujin.”   Dayika Aştiyê Hatîce Betul jî diyar kir ku jin aştî û edaletê dixwazin û wiha got: “Divê hemû jin û dayik li vir bin û dayikê tenê nehêlin. Heke li dayikê xwedî dernekevin, dema edaletê ji bo wan jî pêwist kir wê demê kesê li cem xwe nabînin.”   Dayika Aştiyê Nebîha Akay jî wiha got: “Dayika Emîne ji bo bi zarokên xwe re jiyaneke xweş bijî ew mezinkirin ne ji bo hin kes ji bo berjewendiyên xwe wan bikujin.”   Axaftin bi berzkirina dirûşmeya “Heq hiqûq edalet” bi dawî bûn.    Şande piştî axaftinan ji bo tevlî şîna dayika Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan, Lutfiye Gokkan bibin ber bi Gundê Kulunçe yê navçeya Pirsûsa Rihayê ve ketin rê.