Wê Waliyê Edîrneyê bi penaberên ku avêtibûn Merîçê re hevdîtin bike 2021-09-08 12:04:24   STENBOL - Li ser bertekên ku hatin nîşandan Walîtiya Edîrneyê, daxwaz kir ku bi penaberên ku avêtibûn çemê Merîçê re hevdîtin bike. Parêzerê OHD'î Vedat Çagirtekîn, diyar kir ku ji bo ronîkirina bûyerê wê bi mûwekîlên xwe re roja înê bi Waliyê Edîrneyê Ekrem Canalp re hevdîtin bikin.    Di 24'ê tebaxê de komeke penaber a ji 60 kesî pêk dihat ji aliyê Yewnanistanê ve radestî Tirkiyeyê hatibûn kirin. Hatibû angaştkirin ku leşkerên tirk ji vê komê 45 penaberan avêtine Çemê Merîçê. Şahidên ku me xwe gihandibû wan tiştên pêk hatibûn bi awayekî hûrgulî vegotibûn. Şahidan, diyar kiribû ku leşkeran penaberekî afgan kuştine û avêtine çem û 5 kes jî di çem de fetisîne û jiyana xwe ji dest dane. Her çiqas bê diyarkirin ku ji 45 kesên ku avêtine çem kesên ku agahî ji wan nayên girtin hene jî hê agahiyeke şênber tune ye ku çend kes in.    GILIYA BÛYERÊ KIRIN   Piştî ku bûyer vegotina şahidan hat rojevê, Walîtiya Edîrneyê di 1'ê îlonê de neçar ma ku daxuyanî bide û angaştan derewand. Li dijî vê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), li ser serlêdana penaberên ku wan avêtibûn Çemê Merîçê, bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Stgenbolê serî li Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê dabû û bi daxwaza ku raya giştî bê ronîkirin û doza cemaweriyê bê vekirin di 3'ê îlonê de gilî kiribû.     DAXWAZA WALÎTIYÊ YA HEVDÎTINÊ   Parêzerê OHD'ê Vedat Çagirtekîn ku giliya bûyerê kiribû, diyar kir ku 3 penaberên sûriyeyî serî li wan dane û got ku ji bilî van bi 5 şahidan re jî hevdîtin kirine û gelek penaber jî bi tirsa ku tiştke bê serê wan serlêdan nekirine. Çagirtekîn, da zanîn ku weke OHD'ê bûyerê ji nêz ve dişopînin. Çagirtekîn, da zanîn ku heta niha derbarê giliya wan de tu pêşveçûn çênebûye û got ku Walîtiya Edîrneyê ku bûyerê derewandiye jî li ser bertekan daxwaz kiriye ku bi muwekîlê wan re hevdîtin bike û wê di 10'ê îlonê de bi muwekîlê xwe re bi Waliyê Edîrneyê re hevdîtin bikin.