Berteke hezexiyan a ji bo berdana kujerê Mîraç: Kujer hat xelatkirin 2021-09-08 10:28:36 ŞIRNEX - Hezexiyan bertek nîşanî berdana polisê kujerê Mîraç Mîroglû dan û gotin ku bi berdanê re kujer hatiye xelatkirin û ji ber maşîneyên zirxî zarokên nikarin derkevin kuçeyan.    Di 3'ê îlonê de li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê, wesayîteke zirxî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglû qelibî û ew qetil kir. Serdozgeriya Komarê ya Hezexê, derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin û piştî 3 rojan îfadeyê polîsê kujer girtibû û ew berdabû. Hezexiyan bertek nîşanî berdana kujerê Mîraç dan û gotin ku bi vê biryarê polîsê kujer hatiye xelatkirin.   'HAT XELATKIRIN'    Ji welatiyan Mûzeyyen Înan, diyar kir ku li şûna ku kujer bê cezakirin bi berdana kujer re malbata Mîraç hatiye cezakirin û wiha axivî:" Weke jin û dayik em vê biryarê şermezar dikin. Zarokek 7 salî bi vî rengî bê kuştin û dû re bê berdan cihê rûreşiyê ye. Lê ev zarok bû. Divê kujer hatibûna girtin. Ji ber maşîneyên zirxî zarokên me nikarin derkevin derve. Ev kolan ji bo ku zarok têde bilîzin hene. Ji ber maşineyên zirxî em zarokên xwe dikin hûndir û heta êvarê hûndirê malê de dimînin. Jixwe ev kesên ku dibin sedemê mirina zarokên me jî nayên girtin. Zanebûn wisa dikin. Zarokan, malbatan ditirsînin.Ev kesên ku dibin sedema mirina zarokan tên xelatkirin. Ev kes ji peyvirê nayên avêtin. Tenê cihê van kesan tê guhertin. Em qebûl nakin. Ew dozgerê ku ev polîs berdayî jî wîjdana wî tune ye."    'EM VÊ BIRYARÊ QEBÛL NAKIN'    Endama Meclîsa HDP'ê ya Giştî Elfesya Nas jî diyar kir ku heta kujerê Mîraç neyê cezakirin ew ê nesekinin û ev tişt got:" Biryara ku hatiye dayîn şaş e. Kesê ku bûye sedemê mirina zarokek 7 salî nehat binçavkirin û ne jî hat girtin. Serbest hat berdan û şandin malê. Ev ne tişteke însanî ye. Li ser vê biryarê gotin namîne ku mirov bibêje. Mirov çawa şîrove bike kêm dimîne. Gotin jê re hindik e. Heta niha bi sedan bûyerên wisa çêbûn. Kesên ku dibin sedema van bûyera cihê peyvira wan diguherînin û dişînin bajarên xweştir. Ji xwe bi çaveke 'terorîst' li me dinêrin. Dilê me êşandin. Dilê me evqas dişewite xwedê dizane yê diya wî çiqas dişewite. Em vê biryarê qebûl nakin û heta ku tê cezakirin em ê çalakiyên xwe bidomînin."    'EM Ê NEHÊLIN BÛYER BÊ WINDAKIRIN'    Hevserokê HDP'ê yê Hezexê Yasîn Oztaş jî da zanîn ku bi salan e bi heman şêwazî navçe tê rêveberin û diyar kir ku biryara berdana polîsê kujer helwesta dewletê careke din daye nîşandam û wiha got:" Heta niha li ku derê bûyerên wisa qewimîbin ji wan re tu ceza nayê birîn. Ev kes ji aliyê dewletê û dadgehê ve tên parastin. Em dikarin bibêjin ku ev kes tên xelatkirin. Ev zarok bi awayeke vekirî hat qetilkirin, ne tişteke veşartî bû. Di dawiyê de çibû? Hat îfadeyê xwe da û hat berdan. Ev tê wê wateyê ku jê re dibêjin,' te qenc kir û eferim ji te re' Ev biryar bi rêbazeke din nayê pênasekirin. Kesê ku hatî qetilkirin kurd bû ji ber wê hat qetilkirin gelo? Em weke rêxistina Hezexê wê şopdarê vê bûyerê bin. Qasî ku ji destê me bê em ê nehêlin ku bûyer bê windakirin."    'HESAB JI KUJERÊN ZAROKÊN KURDAN NAYÊ PIRSÎN'    Hevşaredara Hezexê ya HDP'ê ku qeyûm tayînî şûna we hatiye kirin Songûl Erdem jî bi lêv kir ku dewletê navçeyê kiriye qereqol û berteka xwe wiha anî ziman: "Piştî qedexeyan navçe wêran bû. Ji zarokê 7 salî û heta 70'ê salî kes nikare di kolanê de bimeşe. Nabêjin ev ciwan e, ev kal e, ev zarok e.  Çi be dide ser. Navçeya me jixwe hemû kirine qereqol û navenda tendûristiya me jî weguherandine qereqolê. Gel ji van qereqolan bibertek e. Gel dibêje ku bila qereqolên xwe ji nav bajarên me derbixin ku ve diçin bila biçin. Hesab ji kujerên zarokên vî gelî nayê pirsin. Jê re gotin,' Here roja dûşemê were îfade bide' Divê hesab ji wî bê pirsin û divê ev kujer bê dadgehkirin. Ji ber ku em kurd in wisa dikin. Çima li rojavayê Tirkiyeyê bûyerên wisa naqewimin. Çima zarokên kurd tên kuştin. Ev ne qedera me ye. Em ê her tim li gel malbata xwe cih bigirin. Çawa wîjdana wî kujerî rehete ku hatiye berdan."    MA / Zeynep Dûrgût