Ji bo nûçegîhanê me Karataş ceza hat xwestin 2021-09-07 17:24:46   WAN – Di danişîna doza nûçegîhanê me Dîndar Karataş de ku dozger ceza xwest û parêzer jî ji bo parastinê daxwaza dema zêde kir.   Nûçegîhanê me Dîndar Karataş, d 24’ê mijdara 2020’an de hat binçavkirin û bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hat girtin û piştre hat berdan. 3’emîn danişîna doza ku Karataş jê berdayî tê darizandin li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Erziromê hat dîtin. Karataş, li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe pêşkêş kir û xwest ku Karataş di navbera 5 û 10 salan de bê cezakirin. Karataş û parêzerê xwe Îrfan Sari, ji bo parastinê li dijî mutalaayê daxwaza dema zêde kirin. Heyeta dadgehê daxwaza dema zêde qebûl kir û danişînê taloqî 16’ê mijdarê kir. ‘DIVIYA KU BIHATIMA XELATKIRIN’ Karataş, bertek nîşanî daxwaza cezakirina xwe da û ev tişt got: “Cezayê ku tê xwestin ji bo rojnamegeriyê ye. Ji ber nûçeyên ku min çêkirine têm darizandin. Nûçeya ku min çêkiriye bi delîlên xwe yên şênber li holê ye. Ji ber ku min îşkenceya sûcê mirovahiyê derxistiye holê têm darizandin û ceza ji min re tê xwestin. Ji ber vê nûçeyê li şûna ceza gere ez bihatima xelatkirin. Rexmî her tiştê ez ê nivîsadina xwe ya rastiyan bidomînim.”