Li Mêrsîn û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin 2021-09-07 14:57:47   MÊRSÎN - Li Mêrsîn û Mereşê 3 kesên ku ji girtîgehê re pere şandin hatin binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mereşê ve dihat birêvebirin de esker û polîsan li Mêrsînê bi ser gelek malan de girtin. Tûba Salman a li navçeya navendî ya Toroslar a Mêrsînê dijî û rêveberê Komeleya Piştevanî û Alikariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER) a Çûkûrovayê yê berê Cengîz Dere yê li navçeya Tarsûsê rûdine, bi serdegirtina malan de hatin binçavkirin.    Hat hînbûn ku Salman û Dere yên ji ber ji girtîgehê re pere şandine hatine binçavkirin wê bibin Mereş a lêpirsîn lê tê birêvebirin. Hat ragihandin ku di heman lêpirsînê de kesekî navê wî nehat zanîn li Mereşê hatiye binçavkirin.