Kuştina Cemîle ji Wezîrê Dadê hat pirsîn 2021-09-07 13:59:54   ENQERE - HDP’ê têkildarî mirina Cemîle Çagirga ya di dema qedexeya derketina derve de li Cizîrê hatibû qetilkirin, pirsa ‘Lêpirsîneke cuda tê birêvebirin an na?’ ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî mirina Cemîle Çagirga ya di dema qedexeya derketina derve ya di navbera 4-12 Îlonê de hat pêkanîn de li Cizîrê hatibû qetilkirin, pêşniyazpirsek da Serokatiya Meclîsê. Di pêşniyazpirsa ku ji aliyê Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku cenazeyê Cemîleyê 3 rojan di sarincê de hatibû sekinandin û faîlên wê hêj nehatine darizandin. Di berdewama pêşniyazpirsê de ev tişt hat gotin: “Di lêpirsîna têkildarî Çagirga de hatiye vekirin de tê îdiakirin ku faîl nehatine tespîtkirin, biryara lêgerîna daîmî hatiye wergirtin û dosya ji demborandinê re hatiye hiştin. Ev yek ne tenê li dijî hiqûqê ye, di heman demê de sûcê mirovahiyê ye jî. Ji bo ku di vê erdnîgariyê de ev êş careke din neyên jiyîn, divê hiqûq bi awayekî şeffaf pêk were û faîl demildest werin derxistin.”   ‘HÛN Ê BÊDENG BIMÎNIN?’   Îmîr, bi daxwaza Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bibersivîne ev pirs jê pirsîn:      * Di lêpirsîna têkildarî bûyera kuştina Cemîle de hatiye destpêkirin, hêceta ku biryara lêgerîna daîmî hatiye wergirtin û hiştina dosyayê ya demboriyê çiye?   * Piştî ku Cemileyê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wê ji aliyê malbata wê ve 3 rojan di sarincê de hatiye hiştin. Ev yek ne nîşaneya şênber a binpêkirinên mafên jiyanê ye?   * Veşartina cenazeyê Cemîleyê ya ji aliyê malbata wê ve ya di sarincê de ne encama polîtîkayên tune hesibandinê yên desthilatê yên maf û azadiya gelê kurd e?   * Di nava 6 salan de lêpirsîneke ku Wezareta we têkildarî mirina Cemîle Çagirga bi rê ve dibe heye?   * Hûn ê ji vê bûyera sûcê mirovahiyê ku bi biryara lêgerîna daîmî ya dadgeha herêmî, bi demboriyê re tê hiştin re bêdeng bimînin?”