Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin 2021-09-07 12:58:48   AMED - Danişîna doza Hevşaredar Farqînê Naşîde Toprak ku qeyûm danîne şûna wê bi hêceta “di dosyeyê de kêmasî hene” hat taloqkirin.    Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ku qeyûm danîn şûna wê bi îdiaya “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” negirtî tê darizandin. Danişîna doza Toprak li 8’emîn DadgehaCezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Toprak beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê Bûrhan Arta li danişînê amade bû.    Dadgehê bi hêceta ku “kêmasiyên di dosyeyê de temam nebûne” danişînê taloqî 7’ê kanûnê kir.