Pirtûkan nadin girtiyan 2021-09-07 12:10:43   AMED - Hat ragihandin ku rayedarên Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an pirtûkên ku malbat ji zarokên xwe re dişînin nadine wan.   Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an ku bi zext û binpêkirinên mafan tê rojevê pirtûkan nadin girtiyan. Huseyîn Işik ê di vê girtîgehê de dimîne têkildarî binpêkirinên mafan ên girtîgehê nameyek şand.    Işik, di nameya xwe de diyar kir ku rayedarên girtîgehê, pirtûkên ku malbat ji wan re dişînin nadine wan û wiha got: “Bêhiqûqiyeke wiha li tu deran nîne. Ji bo ku me mexdûr bikin tişta ji destê wan tê dikin. Armanca wan a bingehîn ewe ku weke bîrdozî me bê bandor bikin û bêvîn bikin. Em jî ji cihên pêwîst re serlêdanên hiqûqî dikin. Wisa xuya dike ku wê çareserkirina vê pirsgirêkê bidome.”