Ji ber stran û govenda kurdî ceza li girtiyên jin hat birîn 2021-09-07 11:58:18   WAN - Li Hevşaredara Qerayaziyê Melîke Goksû û 3 girtiyên jin ên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtî ne, ji ber stran strîne û govend gerandine mehekê cezayê ragihandinê li wan hatiye birîn.    Hevşaredara Navçeya Qerayaziya Erziromê Melîke Goksû, ku qeyûm li şûna wê hat bicihkirin, duh ji Girtîgeha Sîncanê ya Jinan ku lê girtî ye, telefonî malbata xwe kir.    Goksu di hevdîtina li gel malbata xwe de diyar kir ku mehek berê ji ber stran strîne û govend gerandine  cezayê dîsîplînê li wê û 3 hevalên wê yên girtî ku bi wî re di heman odeyê de ne, hat birîn.    CEZAYÊ RAGIHANDINÊ DAN    Goksu diyar kir ku govenda gerandine û stranên ku ew strîne bûne hêceta lêpirsîna dîsîplînê û ji bo wê û 3 girtiyên din mehek cezayê ragihandinê hatiye dayîn.   Li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û 10 girtiyên jin ên li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan girtî ne, bi hinceta ku wan jî bi kurdî stran strîne, mehek cezayê ragihandinê, danûstandinê û serdanê hatibû birîn.